2012/12/04

The Yellow Sea (2010)

Șêwaz: Tawanbarî, Drama, Heyecan 
Dem: 157 deqîqeDerhêner: Hong-jin Na 
Nivîskar: Hong-jin Na 
Ekterên Filmê: Jung-woo Ha, Yun-seok Kim û Seong-Ha Cho 
Pûan li malpera IMDB: 7.3/10


Çîroka filmê 

Gu-nam di bajarê Yanji ku di navbera herêma Rûsya û Çînê de ye şofêrê taksiyê ye. Gu-nam ji jina xwe ya ku ji bo kar peyda kirinê çûye Koreyê ew 6 mehin agahî nestandiye.
Her wiha deynên wî jî gelek zêde bûnê. Ji bo ku jiyana wî ji tengasiyê derkeve ji wî re şensek dawî tê dayîn. Divê Gu-nam yekî bikûje. Gu-nam pêşniyarê qebûl dike lê karên wî li gor dilê wî nameşe û di navbera çeteyên Koreya bakûr û başûr de dimîne.

Danasîna filmê 

The Yellow Sea an jî bi koreyî ”Hwanghae” filmeke tawanbarî ye ku ji hêla derhênerê Koreya Başûr Hong-jin Na ve hatiye çêkirin. Di filmê de lîstikvanên wekî Jung-woo Ha, Yun-seok Kim û Seong-Ha Cho dileyzin.

Xelat 

”The Yellow Sea” di sala 2010´ê de 4 xelat bi dest xistin, her weha hatibû helbijartin bo 8 xelatên din.

Hûrgilî 

Welat: Koreya Başûr, Amerîka, Hong Kong
Ziman: Koreyî, Mandarin
Dema weşandinê: 22´ê çileya pêşîn 2010´ê


No comments:

Post a Comment