2011/08/15

Super 8 (2011)


Șêwaz: Nihênî, Zanistî xeyalî, Heyecan
Dem: 112 deqîqe
Derhêner: J.J. Abrams
Nivîskar: J.J. Abrams
Ekterên Filmî: Elle Fanning, Amanda Michalka û Kyle Chandler
Pûan li malpera IMDB: 7.2/10

Çîroka filmî

Li havîna 1979´ê de navçe ya pêncî û yekê ji hêzên asîmanî ya Emerîkayê dihêt daxistin û hemû kelûpelên eskerî bi rêya trênê bu cihekê din dihê neqil kirin.
Belê li nêzîkî gundekî teqîneka mezin li trênê de çê dibe û komik ji piçûkên gundî ku li nêzîkî rêya trênê bun vê rûdanê bi çavên xwe di bînin.

Danasîna filmî

Super 8 filmeke zanistî ye ku di sala 2011´ê de ji hêla nivîskar û derhênerê Emerîkayî J.J. Abrams ve hatiye çêkirin. Hejî gotinê ye ku j.j. Abrams derhênerê filmî berî niha filmên (Armageddon 1998),(Mission: Impossible III 2006) û zencîre ya bi navûdeng (Lost 2004 ta 2010´ê) li berhemên xwe de hene. Her weha Steven Spielberg berhemhênerê filmî ye. Ji bo çêkirin  filmî 50 milyon dolara hatiye xerc kirin û heta niha zêdetir ji 259 milyon dolaran hatiye firotin.



Xelat

Super 8 di sala 2011"ê de 4 xelat standin û her weha namzed bûbû bo wergirtina 36 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 19´ê hezîrana 2011´ê
Ciyê film girtin: DeStefano's, Follansbee, West Virginia, Emerîka
Butçeya filmî: $50,000,000 (tê texmîn kirin)



No comments:

Post a Comment