2011/11/02

The Illusionist (2006)

Șêwaz: Drama, Romantîk, Nihênî
Dem: 110 deqîqe
Derhêner: Neil Burger
Nivîskar: Neil Burger, Steven Millhauser
Ekterên Filmî: Edward Norton, Jessica Biel û Paul Giamatti
Pûan li malpera IMDB: 7.6 /10

Çîroka filmî

Di sala 1900"ê de li bajarê Viyana li welatê Nemsayê, xortek ji malbateke hejar ku hez ji sêhirbaziyê dike, evîndarê keçeka xweşik û dewlemend dibe.
Malbata keçê ewî tehdîd dikin û keça xwe bi ciyekî nediyar di hinêrin. Lawik xeyalşkestî dibe û diçe bo welatekê din da ku fêrî hunerê sêhirbaziyê bibe, piştî ew di vegerê welatê xwe di pê hese ku hevala wî bi mîrê Nemsayê re zewiciye.

Danasîna filmî

The Illusionist filmeke Drama û Nihêniye ku di sala 2006"ê de bi derhênana Neil Burgerê Emerîkî hatiye çêkirin. Neil Burger derhênerê xort û nenas e û ev filmê duyeme ku çê dike. Bi rastî ew dikare filmekê biserketî çê bike ku dil bijîn e û hêjayî bîranînêye. Dibe ku hûn bi xwandin û guh dana çîrokê hizir biken ku çîrok normal û sadeye ji evînî  û dûr ketinê, lê wesa nîne. Filim weha heyecanê ji bo bîneran re çê dike ku bi sanehî dem dihê ji bîr kirin û bi tenê hizra mirovî bi vekirina girêbenda derbaz dibe. Yek ji babetên gelekî giring di filmî de cî yan locationa gelekî germ û taybete ku min bi xwe kêmtir di filman de dîtiye.
Ev location û cî yên taybet di gel muzîka gelekî xweş ji Philip Glassî di karê rewşeka bisir û sersiruştî bide filmî.  Divê ekterên filmî ji nehên ji bî kirin, rola Edward Norton bihêz tirîn role ku di vî filmî de heye her weha "Paul Giamatti" ji bi xweşikî  hêz û şiyanên xwe yên ekteriyê ji bo bîneran, vî filmî de diyar dike.

Xelat

The Illusionist di sala 2006"ê de 5 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo xelata Oscarê û her weha 6 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Komara Çekî (Czech Republic), Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 27"ê April 2006"ê
Cîyê filîm girtin:  Her çende ku çîrok li welatê Nemsayê di qewime, lê filim pirtir li Komara Çekî (Czech Republic) hatiye wêne kirin

                        

No comments:

Post a Comment