2011/11/01

WALL·E (2008)

Șêwaz: Anîmasyon, Macera, Family
Dem: 98 deqîqe
Derhêner: Andrew Stanton
Nivîskar: Andrew Stanton, Pete Docter
Ekterên Filmî: Ben Burtt, Elissa Knight û Jeff Garlin
Pûan li malpera IMDB: 8.5 /10

Çîroka filmî

700 sale ku mirovan erdê xwe yê berday û ji bilî çiyayên kevnûkot û zibil û parçeyên asinî tu kes li ser erdî nemaye. WALL·E robotekê bîrtûj e ku karê wî kom kirina zibilê bermayiya mirovane.
Rojekê dema ew bi karê xwe ve mijûle keştiyeka asîmaniya gelek mezin di bîne ku mêhvaneka nû di gel xwe înaye li ser erdî. Navê vê mêhvanê EVEye û WALL·E hez li EVEyê dike.

Danasîna filmî

WALL·E navê filmeke anîmasyone ku di sala 2008ê de bi derhênana Andrew Stantonî û ji aliyê şîrketên (Pixar) û (Walt Disney) ve hatiye çêkirin. Mirov dikare bêje ku anîmasyona WALL·E  berhemekî evîndariye ji bo sînemaya klasîkiya zanistî xeyalî û heta niha siyasîtirîn anîmasyona şîrketên Walt Disney û pixarêye. Taybetiya karaktera û rewşa wan, her weha referansên kulturî û civakî di filmî de gelek tesîrdar e. Șiyana xeyalkirinê û fantaziya çirokê bêdawiye.

Xelat

WALL·E di sala 2008"ê de xelata Oscar û 47 xelatên cîhanî bi dest înan û her weha namzed bûbû bo 40 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 23"ê June 2008"ê

                           

No comments:

Post a Comment