2011/08/25

Children of Men (2006)


Șêwaz: Drama, Macera, Zanistî xeyalî
Dem: 109 deqîqe
Derhêner: Alfonso Cuarón
Nivîskar:  Alfonso Cuarón
Ekterên Filmî: Julianne Moore, Clive Owen û Chiwetel Ejiofor
Pûan li malpera IMDB: 8.0/10

Çîroka filmî

Di sala 2027´ê de jinik êdî nikarin bihemile bibin. 18 sal e ku çi zarok nehatine li ser dunyayê û cehêltirîn kes li ser erdî, 18 saliyê de giyana xwe ji dest de û hemu hêvî û umêdên mirovan bi avê de çon.
Dema ku buhran û alozî bingehê şaristaniya mirovan dagîr dike û cîhan bi aliyê mirin û birandinê ve diçe, jinek bi navê Kee bi cûrekê ne diyar bihemile dibe. Li wî demî de ku grûpên neteweperest şerê yek û du dikin, kesek bi navê Theo Faron dibe nobedarê jinkê da ku ewê rizgar biket.

Danasîna film

Children of Men filmeke ji dawiya hêvî û umêdên mirovan. Zarokê dawiyê! belkî ew bi kare cûrê mirovan û mirovayetiyê bi kerameta xwe rizgar bike. Her weha ku Tagore helbestvanê bi navûdengê Hindistanî di bêje: Ji dayik bûna her zarokekî nîşan dana hindêye ku hêşta xodê ji mirovan bê hêvî nebûye. Children of Men filmeke Drama ye ku di sala 2006´ê de ji hêla derhêner, nivîskar û wênegirê Meksîkî Alfonso Cuarón ve hatiye çêkirin. Ew ji dayik bûyî 1961´ê ji bajarê Mexîko sîtiye ku bi filmê (Y tu mamá también 2001) hate niyasîn. Heger we tu caran filmek ji derhênerî û wênegiriya Alfonso Cuarón nedîtiye Children of Men derfeteke başe da ku hûn ewî bi niyasin.

Hejî gotinêye

Children of Men li gor romanek ji xanim (P.D. James) ve hate nivîsandin. Ew di bêje: « min ev pirtûke ji bu bersivdana vê pirsiyarê nivîsand ku heger pêşeroj nebe mirov çewa rabûn û rûniştin bi hev du re dikin?» bersiv gelekî tirsnak û xofdare.

Xelat

Children of Men di sala 2006´ê de 3 xelatên Oscar û 24 xelatên cîhanî bi dest înan û namzed bûbû bo wergirtina 29 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka, Brîtanya
Ziman: Îngilîzî, Elmanî, Îtaly, Romanî, Spanî, Erebî
Dema weşandinê: 3´ê îlona 2006´ê
Ciyê film girtin: Admiralty Arch, The Mall, St. James's, London, Îngiltera, Brîtanya
Butçeya filmî: $76,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment