2011/08/14

Rise of the Planet of the Apes (2011)

Șêwaz: Aksiyon, Drama, Zanistî xeyalî
Dem: 105 deqîqe
Derhêner: Rupert Wyatt
Nivîskar: Pierre Boulle 
Ekterên Filmî: James Franco, Andy Serkis û Freida Pinto
Pûan li malpera IMDB: 7.7/10

Çîroka filmî

Li bajarê San Franciscoyê de bijîşkek li ser têkçona bîr û hişa meymûna hinek dermana test dike, lê ev ceribandine dibe sedema hindê ku meymûnên bîrtûjî jê çê bibin û bibine arîşe bu mirovan.

Danasîna filmî

Planet of the Apes bo cara yekê di sala 1963"ê de bi şêweyê roman û bi destê nivîskarê Fransî hatiye nivîsandin. Çiroka pirtûkê li ser dagîr kirina erdî bi destê meymûnane û li gor vê pirtûkê 7 film heta niha hate çêkirin. Planet of the Apes ya sala 1968ê bi navûdengtirîn filme ku li ser vê babetê hate çêkirin û ekterê bi navûdeng "Charlton Heston" rola serekî di wî filmî da hebû, ji nûve çêkirina vi filmî di sala 2001"ê de bû ku ji hêla derhênerê Emerîkî "Tim Burton" ve hate çêkirin. Filmê nûyê "Rise of the Planet of the Apes" veguhestineka nûye ji vî romanê ku ev care çawayiya çêbûna kewkeba meymûna û hêza wan diyar dike. Ev filme, filmekê zanistiye ku di sala 2011"e de ji hêla derhênerê Brîtanî "Rupert Wyatt" ve hate çêkirin. "Kenneth Têuran" rexnegirê sînemayê li rojnama Los Angeles Timesê di bêje: Filmê Rise of the Planet of the Apes filmekê bihêz, xweşik û kêfdare û bê hed dilgeşkire ku di viya wek filmekê nimûne bihê niyasandin. Ev filme bêmentiq û bêaheng nehatiye çêkirin. Em di viya vê pirsyarê ji xwe bikeyn, ku boçî meymûnk şiyana erdî dagîr bikin û desthilatdar bin?


Ji tiştê ku d be sebeb ji bo biserketina vî filmî, zêdetir ji hemuyan grûpê ekterên filmîne ku rolê meymûna dikin, hinek ji van ekteran hunermendên sîrkêne û hunermendên artîst ku livîna wan di gel bi kar înana cilûbergên taybet hatîne wêne kirin. Yek ji wan kesa Andy Serkis ekter di rolê "Gollum" li filmê The Lord of the Ringsê ye ku di vî filmî de rolê Caesarî dike.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî, zimanê îşaretan
Dema weşandinê: 3"ê August 2011"ê
Cîyê filîm girtin: Studyoya Mammoth, Burnaby, British Columbia, Kanada
Butçeya filmî: $93,000,000 (tê texmîn kirin)

1 comment:

  1. http://www.imdb.com/title/tt1318514/trivia?tr=tr1532288

    ReplyDelete