2011/08/12

Inception (2010)

Șêwaz: Aksiyon, Macera, Zanistî xeyalî
Dem: 148 deqîqe
Derhêner: Christopher Nolan
Nivîskar: Christopher Nolan
Ekterên Filmî: Leonardo DiCaprio, Joseph Gordon-Levitt û Ellen Page
Pûan li malpera IMDB: 8.8/10

Çîroka filmî

Çiroka filmî li ser hinek kesane ku di çine nav xewna kesên din û nihêniyên di nav hizra wana de bi rêya xewnê di dizin.

Danasîna filmî

Inception fîlmekê Aksiyon û zanistiye ku di sala 2010"ê de ji hêla derhênerê Brîtanî Christopher Nolanî ve hatiye çêkirin. Film projeyekî mezin ji Christopher Nolan e û filmên Memento 2000"ê, Batman Begins 2005"ê û The Dark Knight 2008"ê ji berhemên binavûdengê wî ne. Ekterên serekî yên vî filmî Leonardo DiCaprio û Joseph Gordon e, nivêsina çîroka filmî her bi destê Christopher Nolanî hatiye nivîsandin û 10 sala vekêşa. Inception li welatên Îngilistan, Fransa, Kanada, Maroko, Japon û Emerikayê di çend beşa de û ciyên (location) cuda cuda hatiye wêne kirin.

Xelat

Filmê Inception di sala 2011"ê 4 xelatên Oscar û 79 xelatên cîhanî bi dest înan û her weha namzed bûbû bo wergirtina 102 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka, Brîtanya
Ziman: Îngilîzî, Japonî, Fransî
Dema weşandinê: 8"ê July 2010"ê
Cîyê filîm girtin: 1240 S Hope St, Los Angeles, California, Emerîka
Butçeya filmî: $160,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment