2011/08/12

Shutter Island (2010)

Șêwaz: Drama, Nihênî
Dem: 138 deqîqe
Derhêner: Martin Scorsese
Nivîskar: Laeta Kalogridis
Ekterên Filmî: Leonardo DiCaprio, Emily Mortimer û Mark Ruffalo
Pûan li malpera IMDB: 8.0/10

Çîroka filmî

Di sala 1954"ê de Teddy Daniels û hevkarê wî Chuck Aule ji ber lêkolîn li ser kesekê nesax ku êşa nefsî heye û gelek bixetere her weha ji zîndanê reviye, di çin bo giravekî li nêzîkî bajarê Bostonê li Emerîkayê da ku ewî kesî peyda bikin.

Danasîna filmî

Shutter Island fîlmekê giyannasî yan psychologistiye ku di sala 2009"ê de ji hêla derhênerê Emerîkî "Martin Scorseseî" ve hatiye çêkirin û di sala 2010"ê de li hemû sînemayên cîhanê hate nîşan dan. Di vî filmî de Leonardo DiCaprio wekî her sê filmin xwe yên berê (Gangs of New York 2002)ê, (The Aviator 2004)ê û (The Departed 2006)ê di gel "Martin Scorsese" derhênerê filmî hevkarî dike.
Shutter Island ji romanekî her bi vî navî ji nivêsîna Dennis Lehane ve hate veguhestin. Ev filme ji kompaniya Paramount Pictures û Columbia Picturesê ye. Li filmî de 3 xalên giring hene, ya yekê çîroka filmiye ku li gor qenaet, hizir û zimanê wêneyan forma xwe digire û di nav de gelek çîrok ji nefretên kevin û evînî dihê vegotin. Yê duyem derhênerê filmiye ku gelek hevkariya sînaryoyê dike ku cî û şexsiyet bi cwanî forma xwe bigre. Sehneyên filmî gelek baş ya hatiye wêne kirin û cî (Location) li filmî de gelek bi başî ji aliyê derhênerî ve hatiye jê gêrtin. Yê sêyem, grûpê ektera ye ku her yek bi başî rolê xwe dikin bi taybet Leonardo DiCaprio ku wekî hemû caran rolê wî yekaneye di filmî de.

Xelat

Shutter Island di sala 2010"ê de namzed bûbû bo wergirtina 27 xelatan û li dawîyê 3 xelat bi dest înan.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî, Elmanî
Dema weşandinê: 13"êFebruary 2010"ê
Cîyê filîm girtin: Acadia National Park, Bar Harbor, Maine, Emerîka
Butçeya filmî: $80,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment