2012/01/27

Midnight in Paris (2011)

Șêwaz: Komedî, Fantazî, Romantîk
Dem: 94 deqîqe
Derhêner: Woody Allen
Nivîskar: Woody Allen
Ekterên Filmî: Owen Wilson, Rachel McAdams û Kathy Bates
Pûan li malpera IMDB: 7.8/10

Çîroka filmî

Gil û Inez demeke ku bi hev re zewicîne û ji bo tehtîlê di gel malbata Inezê diçin bo bajarê Parîsê. Lê malbata Inezê bi vê zewicînê kêf xweş nînin û ji Gilî hez nakin. Di şevekê de dema ku Gil li kolanên Parîsê pîyase dike otomobîleka Vintage (otomobîlên ku di sala 1919-1930ê hatiye çêkirin) dibîne ku komek ji wî di xwazin ku di gel wan li otomobîlê siyar bibe. Di gera biotomobîlê Gil di vegerê bo salên 1920an de û...

Danasîna filmî

Midnight in Paris 41emîn filmê derhênerê navdarê Emerîkî Woody Allenî ye, wî hemû sinaryoyên filmên xwe yên nivîsandîn. Ev filme komdî û romantîke û çîroka wê li Parîsê di qewime. Sinaryoya filmê Midnight in Paris weha bi nazikî û rindî hatiye nivîsandin ku mirov nikare bi xemsarî di ber re derbas be. Owen Wilson hêzeke taybete di filmê Woody Allenî de, ew dikare şexsiyeta Gilî gelek baş nîşan bide û evîndarî û heyraniya wî nisbet hunermendên dehsala 1920-ê ji bo hemû bîneran qabilê baweriyê ye.

Xelat

Midnight in Paris di sala 2011"ê 9 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo 4 xelatên Oscarê û her weha 38 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Spanya, Emerîka
Ziman: Îngilîzî, Fransî, Spanî
Dema weşandinê: 11"ê May 2011"ê
Cîyê filîm girtin: Chateau de Versailles, Versailles, Yvelines, Fransa
Butçeya filmî:  $17,000,000  (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment