2012/12/02

360 (2011)

Șêwaz: Drama, Romantîk 
Dem: 110 deqîqe 
Derhêner: Fernando Meirelles 
Nivîskar: Peter Morgan, Arthur Schnitzler 
Ekterên Filmî: Rachel Weisz, Jude Law û Anthony Hopkins 
Pûan li malpera IMDB: 5.9/10


Çîroka filmî 

Filma 360 li ser têkeliya hinek mirovan e ku bi çîroka xwe ya balkêş li cihên cûda derbas dibe û panoramayeke evînê pêşkeşî bîneran dike.

Danasîna filmî 

360 filmeke romantîk e ku bi derhêneriya Fernando Meirelles ê Berezîlî  hate çêkirin. Fernando ku ji filmê ”Cidade de Deus” tê naskirin, ev car  çîrokeke modern a evînê di filmê xwe de vedibêje. 360 li cihên wek Viyana, Paris, London, Rio, Denver, Bratislava yê derbas dibe û li gel çîroka balkêş ekîbeke binavûdeng wek Jude Law, Rachel Weisz, Ben Foster û Anthony Hopkins di filmî de cîh digrin.

Hûrgilî

Welat: Brîtaniya Mezin, Awistriya, Fransa, Brazîl
Ziman: îngilîzî, elmanî, erebî, fransî, portûgalî
Dema weşandinê: 20´ê hezîran 2012´ê
Cîyê film girtin: Minnesota, Minneapolis, Bratislava, London, Paris, Viyana

No comments:

Post a Comment