2011/12/18

Geri's Game (1997)

Șêwaz: Anîmasyon, Kurt, Family
Dem: 4 deqîqe
Derhêner: Jan Pinkava
Nivîskar: Jan Pinkava
Pûan li malpera IM.DB: 7.8/10

Çîroka filmî

Geri pîremêrekî bêkese ku di rojeka payizî de li parkekî rûniştiye û şetrencê di gel xwe dike, tu kes li hembera wî nîne ku şetrencê di gel wî bike loma ew bixwe piştî her car ku morikên şetrencê di livîne ciyê xwe di guhere...

Danasîna filmî

Geri's Game navê anîmasyonekî kurt e û ji berhemê kompaniya Pixarêye ku bi derhênana Jan Pinkavaî ve hatiye çêkirin. Jan Pinkava yek ji mezintirîn heyranên filmên kurt yên studyoya Pixarê bû. Dema ew wek serek li beşê berhemên reklama di studyoya Pixarê de kar dikir biryar de ku ev kurte filme bihê çêkirin. Jan Pinkava şexsiyeta pîremêrî ji karên animatorê navdarê Çekî Jiří Trnkayî îlham girtiye.
Her weha Pinkava ji bo afirandina şexsiyeta pîremêrî lêkolînê di berhemên hunermendên navdar wek Auguste Rodin û Edgar Degasî de kirbû. Rewşa plastîkiya sist û livok ku taybetiya çermê mirovên pîr diyar dike yek ji dijwartirîn karên vê anîmasyonê bû ku bi zerafet û narînî ji aliyê Tony DeRose ve hate bi kar înan.

Xelat

Geri’s Game di sala 1997"ê de hate nîşandan ku biserketineke mezin ji bo studyoya Pixarê bû her weha di sala 1998"ê de xelata Oscara baştirîn kurte filmê anîmasyonî bi dest îna.

Hûrgilî

Welat: Emerîka
Dema weşandinê: 25"êNovember 1997

                           

No comments:

Post a Comment