2011/12/18

Alice in Wonderland (2010)

Șêwaz: Macera, Fantazî, Family
Dem: 108 deqîqe
Derhêner: Tim Burton
Nivîskar: Linda Woolverton, Lewis Carroll
Ekterên Filmî: Mia Wasikowska, Johnny Depp û Helena Bonham Carter
Pûan li malpera IM.DB: 6.6/10

Çîroka filmî

10 sal ji yekem sefera Aliceê bo welatê ecêbiya derbas bûye. Alice niha keçeka 19 saliye û ji malbateka îngilîz di serdema Vîktoryayê di qirnê 19ê da ye. Ew di şahiyekê de pêşniyazek ji bo şû kirinê diwergire, ji ber ku ev pêşniyaze bi dilê wê nebû li dû kîroşkekê spî dikeve û diçe bo welatê ecêbiya...

Danasîna filmî

Alice in Wonderland filmekê macera û fantaziye ku di sala 2010ê de ji hêla derhênerê Emerîkî Tim Burton û li gor romana binavûdeng ji Lewis Carrollî ve hatîye çêkirin. Tim Burton herdem di berhemên xwe de li dû mefhûmên kûr yên însanî diçe. Her çende ku cîhana însanî ya Tim Burtonî çi mîna rastiya jiyana mirovan nîne lê fantaziya Burtonî li hemû berhemên wî de endazeya exlaqî û gîyaniya mirovan nîşan dide. Alice in Wonderland berdewamiya paşdeçûna mentiqiya mirovan û giyannasiye ku Burton di berhemên xwe yên berê de diyar kirbû û niha di binyatekî xeyalî klasîkî de dubare dike.

Xelat

Filmê Alice in Wonderland di sala 2010"ê de du xelatin Oscar û 18 xelatên cîhanî bi dest înan û her weha namzed bûbû bo 40 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 3"êMarch 2010"ê
Cîyê filîm girtin: Antony House, Torpoint, Cornwall, Îngiltere, Brîtanya

No comments:

Post a Comment