2011/12/06

The Perfect Storm (2000)

Șêwaz: Aksiyon, Drama, Macera
Dem: 130 deqîqe
Derhêner: Wolfgang Petersen
Nivîskar: Sebastian Junger, William D. Wittliff
Ekterên Filmî: George Clooney, Mark Wahlberg û Diane Lane
Pûan li malpera IM.DB: 6.2/10

Çîroka filmî

Billy Tyne kaptanê zîrek û mahir yê keştîyeka masîgiriyêye. Demekê dirêje ku ew nikare gelek masiya bigire, loma xodanê keştiyê wî tehdîd dike ku heger kare wî bi vî şiklî berdewam be neçar dibe ewî ji karî derbêxe...

Danasîna filmî

The Perfect Storm fîlmekê drama û Maceraye ku di sala 2000"ê de ji hêla derhênera Elmanî Wolfgang Petersen ve hatiye çêkirin. Li filmê the Perfect Stormê de sehneyên rûbirûbûna rûniştevanên keştiyê di gel bahozê yek ji dilkêştirîn rêzewêneyên filmîne ku di van deh salên dawî de hatiyê çêkirin. Biserketina filmî pirtir ji ber tesîrkarên taybetî (special effects) bû ku bi baştirîn şêwe di filmî de hatiye bi kar înan.

Xelat

The Perfect Storm di sala 2000"ê 4 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo 2 xelatên Oscarê û her weha 19 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 26"êJune 2000"ê
Cîyê filîm girtin: Dana Point, California, Emerîka

No comments:

Post a Comment