2012/01/07

The Girl with the Dragon Tattoo (2009)

Șêwaz: Tawanbarî, Drama, Nihênî
Dem: 152 deqîqe
Derhêner: Niels Arden Oplev
Nivîskar: Nikolaj Arcel, Rasmus Heisterberg
Ekterên Filmî: Michael Nyqvist, Noomi Rapace û Ewa Fröling
Pûan li malpera IMDB: 7.7/10

Çîroka filmî

Mikael Blomkvist rojnamevanekî îdealîzm e ku li bajarê Stockholmê dijît. Ew nêzik de bikeve hepsê û keçika hacker a asosyal, cirnexweş û bideq bi navê Lisbeth Salander ku ji wî alîkariyê dike da ku nîşanên cînayetekê derbêxin. Lê rojnamevan dikeve rewşeke xirab de û ji nêçîrvaniyê dikeve nêçîr bûnê...

Danasîna filmî 


The Girl with the Dragon Tattoo yan bi swêdî Män som hatar kvinnor filmekê Tawanbarî û Dramaye ku di sala 2009ê de ji hêla derhênerê Danîmarkî Niels Arden Oplevî ve hatîye çêkirin. The Girl with the Dragon Tattoo li gor romanek ji pirtûka pirfroş ji Stig Larssonê Swedî ve hatîye nivîsîn. Piştî mirina Stig Larssonê Swedî 3 pirtûk ji nivîsînên wî hatîye weşandin û rêza pirtûka Stig Larssonî ku di 41 welatan de 21 mîlyon firot û di heman demê de her 3 pirtûk bo sînemayê jî vegûheztin. Li Sequence a yekê ya filmî de hûn dikarin bizanin ku şexsîyeta Lisbethê taybete û her çende kû li ser jîyana wê ya berê kêm tê behs kirin lê bîner dikare bi başî pêwendî bi wê re girêde. Naveroka pirtûkê ku di filmî de ji bi xweşikî tê nîşan dan pirsgirêka şideta tecawiz û destdirêjî kirina seksîye û her weha tahde lê kirina jinan ji alîyê mêrên psîkoz. Wêneyên filmî bi rindî hatîye girtin û Noomi Rapace ektera serekî ya filmî bi zîrekî şîyanên xwe nîşana bîneran dide.


Xelat


Keçika Bi Deqa Ejderhayê di sala 2009"ê de xelata taybet ya BAFTA Film û 12 xelat bi dest înan û her weha namzed bûbû bo 22 xelatên din.


Hûrgilî


Welat: Swêd, Danîmarka, Elmanya, Norwêc
Ziman: Swêdî, Îngilîzî
Dema weşandinê: 27"ê February 2009"ê
Cîyê filîm girtin: Erstavik, Nacka, Stockholms län, Swêd

No comments:

Post a Comment