2011/12/21

Harry Potter and the Sorcerer's Stone (2001)

Șêwaz: Macera, Fantazî, Family
Dem: 152 deqîqe
Derhêner: Chris Columbus
Nivîskar:  J.K. Rowling, Steve Kloves
Ekterên Filmî: Daniel Radcliffe, Rupert Grint û Richard Harris
Pûan li malpera IM.DB:  7.2/10

Çîroka filmî

Harry Potter kurekê piçûke ku li dev xaleta xwe dijît, ji ber ku dêûbavê wî li berî çend salan di rûdana otomobîlê de hatine kuştin. Harry Potter ku gelek nexweşî di nav mala xaleta xwe dîtibû, bi agahdariya nihênîtiyekî ji aliyê kesekê nenas û ecêb xwe wekî sêhirbazekî dibîne ku mezintirîn sêhirbazê qirnê mehû dike.
Lê ev sêhirbaz e ku navê wî Voldemort e hêşta mehû nebûye û hewil dide da ku Harry Potterî bikuje.

Danasîna filmî

Kompaniya Warner Bros di sala 1999"ê îmtiyaza bi kar anîna çar pirtûkên yekê ji çîrokên Harry Potterî ji bo çêkirina rêzefilmên sînemayî ji J. K. Rowlingê stendin. Li destpêkê de ji bo derhênana filmê yekê di gel Steven Spielbergî gengeşe hate kirin, lê Spielbergî mebesta wî ew bû ku anîmasyonekî ji vê çîrokê çê bike kû Haley Joel Osment di şûna Harry Potterî biaxive. Piştî Spielbergî, nevê Chris Columbus, Terry Gilliam, Jonathan Demme, Mike Newell, Peter Weir û Brad Silberlingî ji bo derhênana filmî hatin pêşniyaz kirin ku li dawîyê Chris Columbus ji ber berhemên xwe yên balkêş wek Mrs. Doubtfire û Home Alone hate hilbijartin. Di sala 2000"ê de sê ekterên nenas bi navê Daniel Radcliffe, Emma Watson û Rupert Grint di nav hezaran zaroka ji bo rola Harry Potter, Hermione Granger û Ron Weasley hatin hilbijartin. Ev filme di sala 2001"ê de li Emerîka û îngilterayê hate nîşan dan û 974 milyon dolara li hemû cîhana hate firotin.

Xelat

Harry Potter and the Sorcerer's Stone di sala 2001"ê de 13 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo 3 xelatên Oscarê û her weha 46 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka, Îngiltera
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 4"êNovember 2001"ê
Cîyê filîm girtin: Alnwick Castle, Alnwick, Northumberland, Îngiltera, Birîtanya

No comments:

Post a Comment