2012/05/20

Big Fish (2003)

Șêwaz: Macera, Drama, Fantazî
Dem: 125 deqîqe
Derhêner: Tim Burton
Nivîskar: Daniel Wallace, John August
Ekterên Filmî: Ewan McGregor, Albert Finney û Billy Crudup
Pûan li malpera IMDB: 8.0/10

Çîroka filmî

Will Bloom ku demeke dirêj e têkiliya babê xwe nake agehdar dibe ku babê wî nexweşiyeke bêderman lê peyda bûye. Will di vegerê bo devera jidayikbûna xwe Alabamayê û piştî ku têkiliyê digel hevalên babê xwe dike zawiyeya nû ji jiyana babê xwe dibîne.

Danasîna filmî

Filmê Big Fish di sala 2003´ê de ji aliyê Tim Burtonî û li gor çîroka Daniel Wallaceî ve hatiye çêkirin. Masiyê mezin berê xwe daneka cudaye ji çîroka Daniel Wallaceî ku Tim Burton bi şêweyê adetî û qaîdeya xwe ya wek her car, fantaziyê digel sembolên sar û hişka dererastîtî yan Surrealîzma (tevgereke hunerî ye ya ku di salên 1920´ê de li dora helbestvanê fransî yê bi navê André Breton çêbû) modern têkel dike û encama wê hevbeşî ya nexweşî ya mibalexekirî û her weha bedbînî ya tevgerê pêşerojê bû. Çîroka Masiyê mezin cudayî ji çîrokên din ku bi vî şêwey hatîne nivîsandin wekhev nîne, belkî çîrokeka temam reng û cûreyên çend qatî û alozî ye ku bi tenê di berhemên Tim Burtonî wek (Sweeney Todd 2007´ê) û (Alice in Wonderland 2010´ê) de hatiye nîşan dan.

Xelat

Big Fish di sala 2003´ê de namzed bûbû bo wergirtina xelata Oscarê û her weha 33 xelatên din.

Hûrgilî
Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 10´ê çileya pêşîna 2003´ê
Ciyê film girtin: Alabama, Emerîka
Butçeya filmî: $70,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment