2012/05/25

K-PAX (2001)

Șêwaz: Drama, Zanistî Xeyalî
Dem: 120 deqîqe
Derhêner: Iain Softley
Nivîskar: Gene Brewer, Charles Leavitt
Ekterên Filmî: Kevin Spacey, Jeff Bridges û Mary McCormack
Pûan li malpera IMDB: 7.2/10

Çîroka filmî
Prot kesekê nenormal e û îdîa dike ku ji gerokstêreke din bi navê K-PAX ê hatiye ku hizar salên ronahiyê ji erdî dûr e.
Ew di bêje ku armanca wî ji vê rêwîtiyê amade kirina raporek li ser erdî û mirovan e, lê Prot ji ber îdîayên xwe ji aliyê polîsan ve bi nexweşxaneya ruhî tê veguhastin.

Danasîna filmî

Mêrek bi serûçavên bê refleks, dikare bersiva hemû pirsiyaran bide, pirsiyarên ku mirov bêşiyan e ji bo peyda kirina bersivên wan. Ew dikare mirovan ji ber cure reftarên wan ku li gel hev hene mesqere bike. Ew bi eşkere rexneya li şaşiyên civakê li mirovan digire. Prot roleke ku ji aliyê Kevin Spacey ve tê lîstin, ew di vî filmî de baştirîn rola xwe pêşkêş dike.


Prot xwe rêwiyê di nava komstêrka de dide nasîn. Ew teorî ya Albert Einsteinî red dike û bi vî şêwey rêwîtiya hevwext bi leza ronahiyê yan bi leztir ji wê muhtemel îlan dike û bi vê yekê re asîmannas û stêrknasa surprîz dike. Her çende ku filmê K-PAX ji pirtûka wê xweştir nîne, lê giringiya wê di lîstina Kevin Spacey di filmî da ye ku mirovî mecbûr dike da ku hizra xwe di cudayî ya rolê wî da bike.

Hûrgilî

Welat: Emerîka, Elmanya
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 22´ê cotmeha 2001´ê
Ciyê film girtin: Arvin, California, Emerîka
Butçeya filmî: $48,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment