2012/11/28

Half Moon (2006)

Șêwaz: Komedî, Drama, Muzîk 
Dem: 107 deqîqe 
Derhêner: Bahman Ghobadi 
Nivîskar: Bahman Ghobadi, Behnam Behzadi 
Ekterên Filmî: Ismail Ghaffari, Allah-Morad Rashtian û Farzin Sabooni 
Pûan li malpera IMDB: 6.9/10


Çîroka filmî

Filmê Nîvê Heyvê behsa çîroka hunermendê pîremêrd ê kurd Memo dike. Memo dengbêjekî pîremêrd û navdar e. Piştî 35 salan ji li bendemayinê, Memo erêkirin stend ku li başûrê Kurdistanê konsêrtekê pêk bîne. Kurê Memo naxwaze ku bavê wî bikeve ser rê, ji ber ku ew bawer dike ku tiştekî ne baş dê li hêviya wî be, berî ku heyv temam bibe.
Keko hevalê Memo ye. Ew otobuseke dibistanan dajo û alîkariya hevalê xwe dike ku 10 kurên Memo yên muzîkvan bide hev, ku her yek li devereke rojhilata Kurdistanê dijî. Her weha Mamo dixwaze ku di konseta wî de dengê jinkek hebê, ji ber wê berê xwe dide çiyayekî ku 1334 hunermendên jin lê hene, ew tenê li Hêşo digere ji ber ku ew xwediyê dengekî cudaye. Lê ne hêsane ku bihêle ku Heşo vexwendina wî bipejirîne, ji ber Hêşo bû demek dirêj di nav çiyayan da maye, ji zêde stran ne gotine û baweriya xwe bi dengê wê tune ye, her weha li Îranê qedexeye ku jin li hember zilaman stranan bixwîne.

Danasîna filmî 

Half Moon an jî bi kurdî Nîvê Heyvê çaremîn filmê derhênerê kurd Bahman Ghobadi ye. Nîvê Heyvê li welatê Awistriya, Fransa, Îran û Îraqê hatiye kêşan. Ev film e  ji bo 250'mîn salvegera Amadeus Mozart bi piştgiriya Awistriyayê hat çêkirin. Hêjayî gotinê ye ku rojnameyên The Times û The Sunday Times Nîvê Heyvê nav lîsteya “100 filmên herî serketî yên Salê” bi cih kiribûn. 
Bahman Ghobadi derbarê wateya Nîwe Mang dibêje: “Ev film e behsa dîroka gelê Kurd dike û çawa dijî, nîveke dîtî û nîvê din nedîtî. Ez hêvî dikim ku cemawer, di salayê de, bikaribe dema filmê min bibîne ev nîvê nedîtî diyar bike”.

Xelat 

Filmê “Nîvê Heyvê” di sala 2007ê de 5 xelat bi dest xistin.
Xelata Mezin Grand Prix, Festîvala Film a Avarasyayê, Qazaxistan, 2007.
Xelata Gel, Rojnameya Radikal, Istanbul International Film Festival, Tirkiye, 2007.
Filma Herî baş, San Sebastián International Film Festival, (Welatê Baskî, Spanya), 2006.
Xelata Prize, San Sebastián International Film Festival, (Welatê Baskî, Spanya), 2006.

Hûrgilî

Welat: Awistriya, Fransa, Îran, Îraq 
Ziman: kurdî, farsî 
Dema weşandinê: 14´ê çileya pêşîn 2007´ê

No comments:

Post a Comment