2012/11/28

Saviors in the Night (2009)

Șêwaz: Drama, Dîrokî 
Dem: 95 deqîqe 
Derhêner: Ludi Boeken 
Nivîskar: Otto Jägersberg, Imo Moszkowicz 
Ekterên Filmî: Veronica Ferres, Armin Rohde û Lia Hoensbroech 
Pûan li malpera IMDB: 5.5/10


Çîroka filmî
Film behsa jiyana jineke Cihû dike ku di şerê cîhanî a diwemîn de li gel keça xwe ji naziyan reviyabû û li başûrê herêma Münsterland navbera 1943 ta 1945ê di nav cotkaran de jiyabû. Cotkaran Marga û keça wê ji kampên tevkujiyê xelas kiribûn û wan di nav xwe de veşartibûn.

Danasîna filmî

Filmê ”Saviors in the Night” an bi elmanî ”Unter Bauern” li gorî bîranên Marga Spiegel hate kişandin, Marga bîranînên xwe xistibûn pirtûkekê û di sala 1965ê de weşandibûn. Marga di pirtûka xwe de behsa rizgarbûna xwe, keça xwe û piştre hevserê xwe ji kampên naziyan kiribû. Marga ya 97 salî, di derbarê nivîsana bîranînên xwe ji Euronews re gotibû: “Nivîsandina tiştên wisa ne wek nivîsandina tiştên normal an jî nivîsandinek li ser rêwîtiyekê, nivîsandina tiştên wisa bîranînan ji nû ve jîn dike, tiştên ku xelk ji bîra xwe avêt ta ku jiyana xwe bidomîne.”

Hûrgilî

Welat: Elmanya, Fransa 
Ziman: elmanî, fransî, îngilîzî
Dema weşandinê: 6´ê tebaxa2009´ê 
Cîyê filîm girtin: Dülmen, li bakurê Rhine -Westphalia, Elmanya

No comments:

Post a Comment