2012/11/28

The Back of the World (2000)

Șêwaz: Dokumenter
Dem: 89 deqîqe
Derhêner: Javier Corcuera
Nivîskar: Javier Corcuera, Fernando León de Aranoa
Ekterên Filmî: Guinder Rodríguez, Mehdi Zana û Thomas Miller-El
Pûan li malpera IMDB: 7.5/10



Çîroka filmî

Film behsa sê mijarên trajîk dike. Ya yekemîn behsa jiyana rojane ya zarokekî 11 salî ji Lîma yê (Paytexta Pêrû), ev zarok e xebata şikandina kevirên mezin dike daku bikaribe lêçûnên dibistanê derxîne. Beşa duyemîn ji bo pîrozkirina lehenga kurd Leyla Zana hatiye amadekirin her weha behsa jiyana şarederê berê yê Amedê Mehdî Zana li sorguniyê dike. Beşa dawî behsa dijwarbûna jiyana mirovekî reş di zindaneke li Texasê yê ku bi darvekirinê hatiye mehkum kirin.

Danasîna filmî

La espalda del mundo (bi spanî) an Pişta Cîhanê di sala 2000ê de ji aliyê derhênerê navnetewî Javier Corcuera hatibû weşandin, lê mixabin ta roja îro di medyaya kurdî de ne hatiye weşandin. Mûzika gelek huermendên kurd jî tê de hatiya bikaranîn.Tenê çend hevokên Mustefa (birayê Mehdî), parastina leyla di dadgehê de û sonda wê yê dîrokî bi tirkî hatine gotin.

Xelat 

Filmê La espalda del mundo di sala 2000ê de 3 xelat bi dest xistin, her weha hatibû helbijartin bo xelateke din.

Hûrgilî

Welat: Spanya
Ziman: spanî, îngilîzî, kurdî, tirkî, Quechua
Dema weşandinê: 27´ê
îlona2000´ê
Cîyê filîm girtin: Enqere, Tirkiye, Pêrû, Swêd

No comments:

Post a Comment