2012/11/29

The Sixth Sense (1999)



Șêwaz: Drama, Esrarengîzî, Heyecan
Dem: 107 deqîqe
Derhêner: M. Night Shyamalan
Nivîskar: M. Night Shyamalan
Ekterên Filmî: Bruce Willis, Haley Joel Osment û Toni Collette
Pûan li malpera IMDB: 8.2/10

Çîroka filmî 
Kurikê bi navê Cole hertim ditirse û ji doktorê psîkologê xwe dixwaze ku wî derman bike, yekane daxwaza wî ew e ku bike ku bes bitirse.

Danasîna filmî 

The Sixth Sense an jî Hîsa Şeşemîn filmeke Emerîkî ye ku ji aliyê derhênerê navdarê hindî M. Night Shyamalan ve hatiye çêkirin. Zimanê wê yê resen jî ji eynî çend hevokên îngîlîzî, latînî û îspanyolî ye. Çîroka filmê Hîsa Şeşemîn li ser zarokeke “ne normal” hatiye avakirin. Lîstikvanê sereke jî Bruce Willis e.  Jixwe Bruce Willis navdar e û hûn wî bi filmên weke Sin City, Die Hard, Ocean’s Twelve û Pulp Fiction nas dikin. Her weha rola cole (zarok)  ji aliyê Haley Joel Osment ve tê lîstin û bi rastî min heta niha ji eynî heman kurikî weke lîstikvanek tu zarokê evqas serkeftî nedîtiye.

Xelat
Filmê “ The Sixth Sense” di sala 1999ê de 6 xelatên Oscar û 32 xelatên navneteweyî bi dest xistin. Her weha hatibû helbijartin bo 37 xelatên din.

Hûrgilî 

Welat: Emerîka
Ziman: îngilîzî, latînî,
îspanyolî
Dema weşandinê: 2´ê
tebax a 1999´ê
Cîyê film girtin: Blue Bell, Pennsylvania, Emerîka
Butçeya filmî: $40,000,000 (tê texmîn kirin)

 

No comments:

Post a Comment