2012/11/27

The Shining (1980)

Șêwaz: Tirs, Esrarengîzî 
Dem: 142 deqîqe 
Derhêner: Stanley Kubrick 
Nivîskar: Stephen King, Stanley Kubrick 
Ekterên Filmî: Jack Nicholson, Shelley Duvall û Danny Lloyd 
Pûan li malpera IMDB: 8.5/10

Çîroka filmî 

Çîroka filmî li ser malbateke ku ji zarokekî û dê û bav pêk tê, zivistanekê li oteleke mezin weke nobedar dimînin ku zivistanê riyên wê otelê her tim bi berfê girtî ye. Li vê otelê beriya salan dîsa malbatek wisa ji bo noberdariyê çûye otelê û piştî wextekê bavê malbatê jina xwe û her du keçên xwe hûrhûr dike.
Ev otela li çiyayên Koleradoyê ji bo Jack Torrance (bav) weke şensek e ku romana xwe binivîse. Loma vî karî dipejirîne dixwaze zivistanê tim li otelê bimîne. Danny (zarok) xwediyê taybetiyeke cuda ye ku ev taybetî tenê hinek mirovan de heye. Piştî wextekê Danny li otelê xeyaletên dibîne û êdî bawer dike ku bavê wî dikeve bin bandora van xeyaletan.  Di zivistana sar û tenê de, her ku diçe bav diguhere û ji bo jina xwe dibe sedema tirsê. Herwiha Jack Torrance jî xeyaleteke bi navê Mr. Grady dibîne û pê re dibe heval. Ku ev zilam ew noberdarê kevin ê ku jina xwe û zarokên xwe kuştibû, ye.

Danasîna filmî  

Filmê The Shining li gor romana binavûdeng a Stephen King bi navê Medyum hatiye kişandin. Lîstikvan jack nicholson di vê filmê de performanseke gelekî baş nîşan dide. Jixwe film hema bêje li ser lîstikvaniya wî hatiye avakirin.

Xelat

Filmê The Shining di sala 1980ê de 2 xelat bi dest xistin, her weha hatibû helbijartin bo 5 xelat in din.

Hûrgilî 

Welat: Emerîka
Ziman: îngilîzî
Dema weşandinê: 23´ê meha gulanê 1980´ê
Cîyê film girtin:
Kolerado, Emerîka
Butçeya filmî: $19,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment