2012/11/26

Kill Bill: Vol. 1 (2003)



Șêwaz: Aksiyon, Tawanbarî, Heyecan
Dem: 111 deqîqe
Derhêner: Quentin Tarantino
Nivîskar: Quentin Tarantino
Ekterên Filmî: Uma Thurman, David Carradine û Daryl Hannah
Pûan li malpera IMDB: 8.2/10

Çîroka filmî 

Bûka ku di daweta xwe de tê birîndar kirin dikeve komayê, piştî çar salan ji komayê derdikeve û sonda tolhildanê dixwe.
  
Danasîna filmî

Filmê Kill Bill-1 çaremîn filmê Quentin Tarantino ye ku bi teknîkên kişandinê û mûzîkên xwe filmeke gelekî resen e. Her wiha film car caran vedigere filmeke kartonê. Di hinek dîmenan de hin tişt (herî zêde jî rijîna xwînê) gelekî hatine nepixandin û bi vî awayî bûyer hatine karîkatûrîze kirin. Piştî vê filmê weke filma duyemîn jî hatiye kişandin.

Derhêrê filmî 

Quentin Tarantino (27'ê adarê 1963 li Knoxville, Tennessee, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) hunermendekî amerîkî ye. Amadekarê Senaryo, derhêner û lîstikvanê fîlm. Bi navê xwe yê rast Quentin Jerome Tarantino.

 Filmên Quentin Tarantino
  • Inglorious Bastards (2006)
  • Kill Bill: Vol. 2 (2004)
  • Kill Bill (2003)
  • Jackie Brown (1997)
  • Four Rooms (1995)
  • Pulp Fiction (1994)
  • Reservoir Dogs (1992)
Xelat

Filmê Kill Bill-1 di sala 2003´ê de 12 xelat bi dest xistin, her weha hatibu helbijartin bo xelata Golden Globe ê û 43 xelat in din.

Hûrgilî 

Welat: Emerîka
Ziman: îngilîzî, fransî, japonî
Dema weşandinê: 10´ê
cotmehê 2003´ê
Cîyê film girtin: 5506 Atlas St, Los Angeles, California, Emerîka
Butçeya filmî: $30,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment