2012/11/26

Lawless (2012)

Șêwaz: Tawanbarî, Drama 
Dem: 116 deqîqe 
Derhêner: John Hillcoat 
Nivîskar: Nick Cave, Matt Bondurant 
Ekterên Filmî: Tom Hardy, Shia LaBeouf û Guy Pearce 
Pûan li malpera IMDB: 7.4/10


Çîroka filmî 

Birayên Bondurant qaçaxçiyên vexwarinên bialkolê ne û bi rêya bazirganiya neqanûnî pereyekî pir qezenc kirin, lê bi hatina serpolîsê nû û nakokî ya ku di bavbera wan de peyda dibe rewşa wan dikeve rîskê de.
Danasîna filmî 

Film ji romana nivîskarê emerîkî Matt Bondurant ve hatiye girtin û ji aliyê derhênerê awistralî John Hillcoat ve hatiye kişandin. Filmê Lawlees di rewşeke bixeter de ye. Ev dramaya rakêşiyayî û bişidet tund û dijwar ji bo temaşevanên normal û heyranên filmên gangsterî zêdetir kûr û jêhatiye û ji bo temaşevanên sînemaya hunerî bêtir jîndar û bengîn e, loma filmê Hillcoatî divê ku ji bo peyda kirina pozîsyona xwe di nava bîneran de pir hewil bide. Çîroka filmî vegotina ne zêde guhertî a jiyana bapîrê Matt Bondurant romannivîsê navdar e. Bapîrê wî yek ji qaçaxçiyên vexwarinên bialkol di Virginiayê de bû û di karê xwe de pevçûnên zêde kirbû.

Hûrgilî 

Welat: Emerîka
Ziman: îngilîzî
Dema weşandinê: 19´ê meha gulanê 2011´ê
Cîyê film girtin: Woodbury, Georgia, Emerîka
Butçeya filmî: $26,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment