2012/11/26

David der Tolhildan (2007)

Șêwaz: Dokumenter
Dem: 
54 deqîqe
Derhêner: 
Mano Khalil
Nivîskar: 
Mano Khalil
Ekterên Filmî: 
David Rouiller
Pûan li malpera IMDB: 
8.7/10


Çîroka film

Filmê “Davîdê Tolhildan“ çîroka xortê Swîsrî Davîd Rouiller, Kurê serokê dadgha Federal a Swîsra a berê ye. Davîd dev ji jiyana xwe a komfort li Swîsra berda û ev buye der dora şeş salan, cihê xwe di nav refê Gerîlayên Kurd de dîtiye.
Dayka Davîd ji Swîsra berê xwe dide çiyayên Kurdîstanê û ev jî dibe şahidek rastiya miletê kurd û heqê wî di jiyanek azad û serbixwe de.

Danasîna filmî

Filmê “Davîdê Tolhildan“ nêrînek nû bi çavekî din li şoreşa kurdistanê temaşe dike, zimanekî nû di ware filmên dokumentar de di dîroka kurdîstanê de tine ziman. Vê care nekud li ser xêzaniye û neheqiya ku li ser wan hatiye diaxivin. Lê mirovên beyanî ku bêteref in û nemudaxil diaxivin. 

Xelat 

Filmê “Davîdê Tolhildan” di gelek festîvalan de hat pêşwazî kirin, her weha hatiye hilbijartin weke yek ji baştirîn filmê dokumentar ê sala 2007ê.


Jiyana Derhênerî 

Mano Xelîl an Mano Khalîl derhênerekî kurd e. Mano Xelîl li Kurdistan a bin Suriye hate diniye, bavê wî Kurdê Başûrî ye û dayika wî bakurî ji derdora Mêrdîne ye. Xelîl dibistana xwe a serta û lisa li bajarê Qamişlo qedand. Piştre li Șamê Dîrok û Yasa xwend, lê dest ji xwendinê berda û berê xwe di sala 1996`ê de da Çekosloakia û li wir akadêmiya Sînema di bin destê mamuste Stanislav Parnicky de akadêmiya derhinêrî di sala 1993´ê qedand. Mano Xelîl niha li Swîsra dijî û weke derhinêr, produsent û Kamêrakêş xebata xwe didomîne.

Hûrgilî 

Welat: Swîsra
Ziman: almanî, fransî, kurdî
Dema weşandinê: 2007"ê
Cîyê filîm girtin: Swîsra

No comments:

Post a Comment