2012/11/03

Mr. Nobody (2009)

Șêwaz: Drama, Fantazî, Romantîk 
Dem: 141 deqîqe 
Derhêner: Jaco Van Dormael 
Nivîskar: Jaco Van Dormael 
Ekterên Filmî: Jared Leto, Sarah Polley û Diane 
Pûan li malpera IMDB: 7.8/10


Çîroka filmî  

Mr. Nobody pîremêrekê 118 saliye ku çîroka jiyana xwe dibêje; ew di 7 saliyê de mecbûr dibe da ku di navbera dêûbavê xwe de êkî hilbijêre. Hilbijartina dayikê dibe sedema hindê ku Mr. Nobody Annayê nas bike.
Anna keçeke ku evîneka paqij bi wî re heye lê… Û hilbijartina babe dibe sedema hindê ku ew keçek bi nave Eliseyê re bizewice lê…


Danasîna filmî 

Hinek film hene ku bîstika xwerû ji bo bînerên xwe çê dikin, helbet filmê ”Mr. Nobody” yek ji wan filmane. ”Mr. Nobody” potansiyeleke bilind heye, taybet di warê psîkolojîkî de. Film wî serdemî nîşan dide ku mirin di cîhanê de tune ye û bi awayekî mirovan jiyaneke nemir heye. Di vî demî de lîstikvanê sereke yê filmî keseke ku bi tenê ji nifşê berê maye, nifşê ku mirin di nav de hebû!

 Xelat 

Mr. Nobody di sala 2009´ê de 5 xelat bi dest îna û namzed bûbû bo wergirtina 3 xelatên din.

Hûrgilî 

Welat: Fransa, Elmanya, Kanada, Belgiya
Ziman: Îngilîzî, 
Dema weşandinê: 12´ê îlona 2009´ê 
Ciyê film girtin: ACB Factory, Rue de Stassart 32, Anderlecht, Brussels-Capital, Belgiya 
Butçeya filmî: $47,000,000  (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment