2012/05/14

Waitress (2007)

Șêwaz: Komedî, Drama, Romantîk
Dem: 108 deqîqe
Derhêner: Adrienne Shelly
Nivîskar: Adrienne Shelly
Ekterên Filmî: Keri Russell, Nathan Fillion û Jeremy Sisto
Pûan li malpera IMDB: 7.1/10

Çîroka filmî

Jenna keçeke ciwan e ku di kafeteryayê kar dike, ew her roj kêk û kulîçeyên gelekî xweş ji bo mişteriya çê dike. Jenna digel Earlî dijît lê hez ji wî û jiyana xwe nake û dema ku di pê hise ku bihemileye, nerazîbûna xwe bêtir diyar dike.

Danasîna filmî

Gelek tahl û dijwar e ku mirov behs li ser dawî filmê derhênera navdar Adrienne Shelly bike ku berî belav kirina filmê xwe tê kuştin. Adrienne Shelly lîstikvan, nivîskar û derhênera cihû di sala 2006´ê de dema ku mala wê ji aliyê dizîkeran tê şêlandin hate kuştin. Waitress filmeke jinane ye, lê filmeke xweşik e ku li gor pêwendiya nebiserketî ya zewecînê behs dike.

Xelat

Waitress di sala 2007´ê de 6 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo wergirtina 3 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 21´ê çileya pêşîna 2007´ê
Ciyê film girtin: The Halfway House Cafe, Saugus, California, Emerîka
Butçeya filmî: $2,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment