2012/04/19

The Adventures of Tintin (2011)

Șêwaz: Anîmasyon, Aksiyon, Macera
Dem: 107 deqîqe
Derhêner: Steven Spielberg
Nivîskar: Steven Moffat, Edgar Wright
Ekterên Filmî: Jamie Bell, Andy Serkis û Daniel Craig
Pûan li malpera IMDB: 7.5/10

Çîroka filmî

Peyamnêreke xort bi navê Tintin digel seyê xwe û Captain Haddockî ku hemû dema serxweş e, li pey xezîneya zêran ku ji aliyê bavûkalên Captain Haddockî hatiye veşartin digerin. Lê bi tenê Tintin û hevalên wî nînin ku li dû xezîneya digerin, belkî miroveke ecêb bi navê Sakharine ji bo peyda kirina xezîneya zêran hevrikiyê digel wan dike.

Danasîna filmî

Filmê kartonî yan animasyona "The Adventures of Tintin" bi derhênana Steven Spielbergî û bi awayê 3D hatiye çêkirin. Filmê 3D û Motion capture ya The Adventures of Tintin ji çîrokên  pitûka binavûdeng ji nivîskarê Beljîkî Georges Prosper Remiye (Hergé) ye ku li dora 1920"ê heta 1976"ê hatiye weşandin û heta niha pirtir ji 200 milyon nusxe jê hatiye frotin. Heger The Adventures of Tintin animasyon neba û bi teknîka Motion capture nehatiba çêkirin, dibe ku bi filmên Indiana Jones (Raiders of the Lost Ark) û (Pirates of the Caribbean) re hatiba hevber kirin. Lê di rewşa niha de û bi hebûna şexsiyetên kartonî ku di paşbingeha wêneya filmî photorealistic hatiye nîşan dan, ev animasyone bêtir wek koleksiyona lîstikên vîdeoyî ya Unchartedê ye.

Xelat

The Adventures of Tintin di sala 2011"ê de 12 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo xelata Oscarê û her weha 28 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka, Zêlanda Nû
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 28-ê October 2011-ê
Cîyê film girtin: Wellington, Zêlanda Nû
Butçeya filmî: $130,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment