2012/04/18

The Tourist (2010)

Șêwaz: Aksiyon, Nihênî, Romantîk
Dem: 103 deqîqe
Derhêner: Florian Henckel von Donnersmarck
Nivîskar: Florian Henckel von Donnersmarck
Ekterên Filmî: Johnny Depp, Angelina Jolie û Paul Bettany
Pûan li malpera IMDB: 5.9/10

Çîroka filmî

Frank Tupelo tawankarê Emerîkiye ku ji aliyê polîsên enternasyonal ve li wî digerin. Frank ji ber ku xwe ji destê polîsan xelas bike biqaîde navê xwe diguhere û bi welatên cuda seyahet dike. Ta ku rojekê di seyahetê de jinek bi navê Eliseê nas dike, lê ew nizane ku Elise casûsa veşartiya Interpolêye.

Danasîna filmî

Her çende ku The Tourist bi butçeya sed milyon dolarî hatiye çêkirin û du lîstikvanên binavûdeng wek Johnny Depp û Angelina Jolie beşdariyê di filmî de dikin, lê film ne ew tişte ku mirov li hêviyê bû. Film gelek geroke û diyar nîne ku çi bi serê sînaryoyê hatiye. Sehneyên revîn û li dû ketin di filmî de yekform û kilîşekiye ku mirov zêdetir di filmên sade û erzanên Hollywoodî de dibîne. The Tourist ne ew filme ku bikare temaşevanên xwe razî bike, lê dibe ku xelkê bajarê Veniceê bi dîtina filmî kêfxweş bibin, ji ber ku gelek sehneyê filmî li wê derê hatiye wêne kirin.

Xelat

The Tourist di sala 2010-ê de 2 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo 3 xelatên Golden Globeê û her weha xelateke din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka, Fransa
Ziman: Îngilîzî, fransî, îtalî, rûsî, spanî
Dema weşandinê: 8-ê December 2010-ê
Cîyê film girtin: Gare de Lyon, Parîs 12, Parîs, Fransa
Butçeya filmî: $100,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment