2012/04/17

Shame (2011)

Șêwaz: Drama
Dem: 101 deqîqe
Derhêner: Steve McQueen
Nivîskar: Abi Morgan, Steve McQueen
Ekterên Filmî: Michael Fassbender, Carey Mulligan û James Badge Dale
Pûan li malpera IMDB: 7.7/10

Çîroka filmî

Brandon Sullivan karmendekî halxweşe ku li New Yorkê dijît. Jiyana wî şikilî ve bi başî rêve diçe lê wî arîşeyeka mezin di hundirê xwe de heye. Brandon mubtelayê seksêye û tu caran xweşiyê ji peywendiya xwe ya seksî nabîne û pêwîstiyên wî nahê kontrol kirin.

Danasîna filmî

Hewes û neçêbikaranîna seksê dikare wek alkol, qûmar û narkotîkayê wêranker be. Kesê ku arîşeya seksî heye ji aliyê pêwîstiyên xwe yên seksî berdewam di bin dextê da ye. Kesê ku bûye mubtelayê seksê qet xweşiyê ji peywendiya xwe nabîne, lê bi tenê li dû gihiştin bi wê demêye ku bi şkandina têhna xwe ya seksî, ji bo demekê kurt tena be. Steve McQueen di filmê Shame de nîşan dide ku çawa hebûna peywendiya cinsiya berdewam û domdar ji bo kesê mubtelayê seksê wek şikence kirinêye. Shame filmekê êşbar e û Steve McQueen bînerî bi şexsiyeta filmî ve di girêde da ku şahidê dîtina xeniqîna wî di nav pîsatiyê de be.

Xelat

Shame di sala 2011-ê de 21 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo xelata Golden Globeê û her weha 41 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Brîtanya
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 4-ê September 2011-ê
Cîyê film girtin: 28th Street Subway Station, Manhattan, New York City, New York, Emerîka
Butçeya filmî: $6,500,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment