2012/04/16

Extremely Loud and Incredibly Close (2011)

Șêwaz: Macera, Drama, Nihênî
Dem: 129 deqîqe
Derhêner: Stephen Daldry
Nivîskar: Eric Roth, Jonathan Safran Foer
Ekterên Filmî: Thomas Horn, Tom Hanks û Sandra Bullock
Pûan li malpera IMDB: 6.7/10

Çîroka filmî
Oskar Schell korekê neh saliye ku di rûdana yanzdehê îlona (September) 2001ê babê xwe ji dest daye. Piştî salekê dema ku Oskar dolaba alavên babê xwe de di gere, kilîleka veşartî peyda dike. Oskar bi vê baweriyê ku babê wî tiştekî giring ji bo wî bo bîranîn hêlaye, li ber hindê hewil dide da ku wî tiştî peyda bike.

Danasîna filmî

Extremely Loud and Incredibly Close filmeke dramaye ku di sala 2011ê de ji aliyê Stephen Daldryyê Brîtanî û li gor romana Jonathan Safran Foer ve hatiye çêkirin. Thomas Horn, Tom Hanks û Sandra Bullock ji lîstîkvanên filmî ne. Filim li New Yorkê hatiye wêne kirin û tevî ku rexneyên cuda ji filmî hatine girtin, lê filim kariya namzediya Oscarê ji bo lîstîkvanê alîkarê mêr yê herî baş Max von Sydow û baştirîn wêneya filmî dest xwe ve bêxe.

Xelat

Extremely Loud and Incredibly Close di sala 2011-ê de 7 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo 2 xelatên Oscarê ji bo lîstîkvanê alîkarê mêr yê herî baş Max von Sydow û baştirîn wêneya filmî û her weha 7 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 25-ê December 2011-ê
Cîyê film girtin: JC Studios, Brooklyn, New York City, New York, Emerîka

No comments:

Post a Comment