2011/08/27

Triage (2009)


ȘêwazDrama, Nihênî, Șer
Dem99 deqîqe  
Derhêner: Danis Tanovic
Nivîskar: Danis Tanovic, Scott Anderson
Ekterên Filmî: Colin Farrell, Jamie Sives, Mozaffar Shafeie û Karzan Sherabayani
Pûan li malpera IMDB: 6.5/10

Çîroka filmî

Du wênegir di sala 1998´ê de diçin bo başurê Kurdistanê da ku şerê di nav bera pêşmergeh û hikûmeta Iraqê wêne bikin û verêkin bo hemû cîhanê. Ew di vê macerayê de gelek nexweşiya di binin.

Danasîna filmî

Triage filmeke dramaye ku gengeşe li ser tesîr lê kirina giyanî li şerî de li ser rojnamevankê wênegir dike. Çîroka filmî ji romana Triage hatiye wergêran ku Scott Andersonî di sala 1962´ê nivîsandibû. Triage ji bo cara yekê li 12´ê tebaxa 2009´ê li festîvala filmê Toronto li Kanadayê û her weha li 13´ê çiriya doyema 2009´ê li festîvala filmê Ewrûpî li Îspanya yê hatiye nîşan dan. Da ku siruştê filmî wekî siruştê Kurdistanê li bihê film li devera (Alicante) li Îspanya yê hatiye wênekirin. Çiya û dar û barên vê deverê gelek wekî Kurdistanê ye. Du hunermend û ekterên kurd bi navê Mozaffar Shafeie û Karzan Sherabayani beşdariyê di filmî de dikin.



Hûrgilî
Welat: Îrland, Spanya, Belgiya, Fransa
Ziman: Îngilîzî, Kurdî
Dema weşandinê: 12´ê tebaxa 2009´ê
Ciyê film girtin: Alicante, Alicante, Comunidad Valenciana, Spanya

No comments:

Post a Comment