2011/08/27

Taare Zameen Par (2007)


Șêwaz: Drama
Dem: 165 deqîqe
Derhêner: Aamir Khan
Nivîskar: Amole Gupte
Ekterên Filmî: Darsheel Safary, Aamir Khan û Tanay Chheda
Pûan li malpera IMDB: 8.3/10

Çîroka film

Ishaan kureke heşt saliye ku li dibistanê di xwîne. Ew hemû dema bi tinê ye û hevalîniyê digel kesekî nake belê mamosteyê wî alîkariya wî dike da ku ew bibe kesekê aktîv û çalak...

Danasîna filmî

Aamir Khan ekter, rejîsor û derhênerê misilman, xelkê welatê Hindistanêye. Li rêûresmê salane ya filmên Hindî (Apsara) di sala 2008"ê de Aamir Khanî du xelat bo baştirîn filmê hindî û baştirîn derhênerî wergirt. Dadgerên merasimê (Apsara) ji ber rast û durist û bi cwanî wêne kirina arîşeya civatî li xandingehên Hindistanê û derbirîna helbestî ya derhênerî, vî filmî wek baştirîn filmê sala Hindistanê di hilbijêrin.

Xelat

Taare Zameen Par di sala 2007"ê de 11 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo wergirtina 12 xelatên din.


Hûrgilî


Welat: Hindistan
Ziman: Hindî, Îngilîzî
Dema weşandinê: 12"ê çileya pêşîna 2007"ê

No comments:

Post a Comment