2011/08/27

Kûsî Jî Dikarin Bifirin (2004)


Șêwaz: Drama, Șer
Dem: 98 xolek
Derhêner: Bahman Ghobadi
Nivîskar: Bahman Ghobadi
Ekterên Filmî: Soran Ebrahim, Avaz Latif  û Saddam Hossein Feysal
Pûan li malpera IMDB: 7.8/10

Çîroka filmî

Çîrok di beriya şerê navbera Îraq û Emerîkayê biqewime di kampeka penaberiyê li ser tixûbên Îraq û Tirkiye yê derbas dike. Soran 13 salî ye û ew jî wekî gelek hevalên xwe yên kampê malbata xwe di şer de wenda kiriye.
Soran di nav gel de bi navê "Satelayt" tê nasîn û ji Emerikayê pir hez dike. Rojên xwe bi tamîrkirina televizyonan û danana satelayta û bi serêkatiya zarokan derbas dike. Her wiha ji ber ku çend hevokên ingilizî dizane nûçeyên biyanî yên derbarê şer, ji gel re werdigerîne kurdî . Soran û hevalên xwe mayinên di nav erdê derdixînin û wan difroşin. Rojekê keçek bi navê Agrîn dê hêt kampê. Agrîn 14 salî ye. Ew, zarokê wê û birayê wê ji Helebçeyê hatine vê kampê û ...

Danasîna filmî

Van çend salê talî de gelek filmê kurdan yên xweş û hêja hatine çê kirin. ”Dema hespên serxweş”, ”vodka lemon” û ”jiyan” çen heb ji van filmane û her yek ji van filma taybete di ciyê xwe de. Filmê "Kûsî Jî Dikarin Bifirin" yek ji wan filmêt xweşe kû mirov di vîya ji xwe nekit. Bahman Ghobadi di bêjît: “CNN û el-Cezîre vemirînin. Herin li filmê min binerin, eger hûn bixwazin bizanibin, bê Kurdên li Iraqê di çi rewşê de ne”. Mûsîqa film î ji karên Hossein Alizadeh ye."Kusî jî dikarin bifirin" heta nuha beşdarî  li 69 festîvalên navneteweyî kirîye.

Xelat

Xelata hirça şûşey (Glass Bear) bo baştirîn filmê dirêj û xelata aştî li festîvala navneteweyî Berlin di sala 2004"ê. Xelata şeytanoka zêrîn (Golden Seashell) bo baştirîn film, li festîvala navneteweyî ya San Sebastián Spanya yê di sala 2004"ê. Xelata taybet ji grûpê Dadgera li festîvala Chicago "dewletên yekbûyî yên Amerîkayê" di sala 2004"ê. Xelata taybet ji grûpê Dadgerên navneteweyî û bînera li Festîvala Fîlmê São Paulo Brazîl di sala 2004"ê.  Xelata taybet helbijarte ya bîneran û baştirîn film li festîvala navneteweyî ya Mexico City di sala 2005"ê. Xelata taybet helbijarte ya bîneran li festîvala navneteweyî ya  Rottrdam di sala 2005"ê. Xelata pelatînka zêrîn bo baştirîn film ji festîvala navneteweyî ya Îsfehan di sala 2005"ê. Her wesa 8 xelatên din yên cîhanî bi dest xwe ve înan.

Hûrgilî


Welat: Îran, Fransa, Îraq
Ziman: Kurdî
Dema weşandinê: 17"ê îlona 2004"ê

No comments:

Post a Comment