2012/12/02

A Royal Affair (2012)



Șêwaz: Drama, Dîrokî, Romantîk 
Dem: 137 deqîqe 
Derhêner: Nikolaj Arcel
Nivîskar: Bodil Steensen-Leth, Rasmus Heisterberg            
Ekterên Filmî: Alicia Vikander, Mads Mikkelsen û Mikkel Boe Følsgaard
Pûan li malpera IMDB: 7.6/10

Çîroka filmî

Christian padîşahê Danîmkarka yê kesekî asabî û dîn e. Her wiha zilamekî tewş e ku vexwarina alkolê û têkelî ya fahîşeyan bo wî ji rêvebiriya wlatî giringtir e. Christian ji bo berjewendiyên polîtîk bi prensesa Îngîlîstanê ve tê zewicandin.
Ji bo derman kirina padîşahê, doxtoreke tê peyda kirin. Di navbera doktor û jina padîşahê de evîneke mezin derdikeve holê. Evîna ku dibe sedema şorişeke mezin û guhertina civakê.

Danasîna filmî 

A Royal Affair an jî bi Danîmarkî ”En kongelig affære” çîroka evîneke mezin û skandaleke ku di qesra Danîmarkê di sedsala 18'an de pêk hatibû û vegûherîbû şoreşekî ku dîroka Ewrûpayê bigûherîne dike. Film bi derhênana Nikolaj Arcel ê Danîmarkî hate çêkirin ku ev car bi çîroka xwe ya balkêş, ku ji bengînî, seks, skandal, bêbextî û heyecanê tijî ye bîneran surprîz dike.

Hûrgilî 

Welat: Danîmark, Swêd, Komara Çekî
Ziman: Danîmarkî, îngilîzî, elmanî, fransî
Dema weşandinê: 16´ê sibat  2012´ê
li fetsîvala navneteweyî ya filmê Berlînê hate weşandin
Cîyê film girtin: Prag, Komara Çekî, Elmanya

No comments:

Post a Comment