2012/05/09

The Avengers (2012)

Șêwaz: Aksiyon, Macera, Zanistî Xeyalî
Dem: 142 deqîqe
Derhêner: Joss Whedon
Nivîskar: Joss Whedon
Ekterên Filmî: Robert Downey Jr., Chris Evans û Scarlett Johansson
Pûan li malpera IMDB: 8.8/10

Çîroka filmî

Li gor çalakiyên neçê yên zirbirayê Thorî, derîçeyek ji kewkebeke din ji bo erdî dihê vekirin da ku bi dagîr kirina erdî nifşê mirovan ji binî de bihê xerab kirin.
Li wê demê de Iron Man, Hulk, Thor û Captain America pênc super qehremanên navdarên filman pêkve bûne yek da ku erdî ji destê zirbirayê Thorî û hevrêyên wî rizgar bikin.

Danasîna filmî

The Avengers filmekê Aksiyon e ku di sala 2012"ê de ji aliyê derhênerê Emerikî Joss Whedon û li gor pirtûka komedî (comic book)û super qehremanî ya Marvel Studios ve hatiye çêkirin ku şîrketa Walt Disney berpirsiyarî ya belavkirina vê berhemê ser xwe hilgirt. Karê çêkirina filmî di sala 2005´ê li dû şêweyê filmên (Iron Man, The Incredible Hulk, Iron Man 2, Thor û Captain America: The First Avenger) ve hatiye dest pê kirin.


Şirketa Marvel û çîrokên wê yên qehremanên rengareng gelek salan e ku mêhvanên xanîyên xelkê ne. Ev qehremanên bihêz ku di pirtûka de hatîne naskirin, dikarin her dijminekî li ser rêya xwe rakin û cîhanê ji xerabiya paqij bikin. The Avengers serpêhatiyeke bi heyecan e ji bo temaşeya filmekî super qehremanî ku bînerî ber bi xwe ve di kêşîne.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 11´ê nîsana 2012´ê
Ciyê film girtin: Pittsburgh, Pennsylvania, Emerîka
Butçeya filmî: $220,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment