2012/05/07

Raging Bull (1980)

Șêwaz: Biyografî, Drama, Spor
Dem: 129 deqîqe
Derhêner: Martin Scorsese
Nivîskar: Jake LaMotta, Joseph Carter
Ekterên Filmî: Robert De Niro, Cathy Moriarty û Joe Pesci
Pûan li malpera IMDB: 8.4/10

Çîroka filmî
Jake La Motta ku bi gayê enirî navdar e herdem hizra wî ewe ku rojekê bibe qehremanê boksaneyê. Lê ji ber xûya esebî û wêrankera xwe di jiyana taybetî û profesyonela xwe de zerarê di bîne û di keve di nav babetên nehêja de.


Danasîna filmî

Raging Bull filmeke dastaniye li ser jiyana Jake La Motta boksorê navdarê Emerikî ku di sala 1980"ê de bi derhênana Martin Scorseseê mezin û bi hevkariya kompanî ya United Artists Entertainment LLC ve hatiye çêkirin. Sînaryo ya filmî ji aliyê Paul Joseph Schrader û Mardik Martin ve û li gor pirtûka (Raging Bull: My Story) ku biyografiya Jake La Motta boksorê navdarê Emerikî ye hatiye nivîsandin. Robert De Niro lîstîkvanê serekî yê filmî di rola La Mottayî de, di çendîn civîna de meşqa boksaneyê digel wî dike û ji bo baştir nîşan dana rewşa fîzîkî ya La Mottayî piştî hêlana werzişê mecbûr dibe ku 30 kîlogram ji kêşa xwe zêde bike.

Xelat

The Reader di sala 1980"ê de du xelaên Oscar û 24 xelatên din standine, her weha namzed bûbû bo wergirtina 14 xelatên cîhanî.

Hûrgilî

Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 14"ê mijdara 1980"ê
Ciyê film girtin: Culver Studios- 9336 W. Washington Blvd., Culver City, California, Emerîka
Butçeya filmî: $18,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment