2012/05/05

The Reader (2008)

Șêwaz: Drama, Romantîk
Dem: 124 deqîqe
Derhêner: Stephen Daldry
Nivîskar: David Hare, Bernhard Schlink
Ekterên Filmî: Kate Winslet, Ralph Fiennes û Bruno Ganz
Pûan li malpera IMDB: 7.6/10

Çîroka filmî

Li piştî şerê cîhanê yê duyem de, jinek bi navê Hanna kurekê 15 salî bi navê Michaelî nas dike. Ew peywendiyên evînî û seksî bi hevdu re di girêdin.
Piştî çend salan ku Michaelî xwandina xwe di beşa qanûnê de bi dawî îna, dadgeh kirina Hannayê li dadgeha tawankarên şerê nazîstan de di bîne.

Danasîna filmî

The Reader filmeke dramaye ku di sala 2008"ê de ji aliyê Stephen Daldry ve û li gor romana  Bernhard Schlink ve hatiye çêkirin.  Stephen Daldry piştî şeş salan dûr ketin ji karê sînemayê, ev car bi filmê xwe yê balkêş di vegerê ve. The Reader her ew film e ku piştî çend salan ez bixwe li hêviyê bûm. The Reader cudayî ji filmên din ku hewil diden da ku rexneya ji bêhirmetî û tawankariya naziyan ku di şerê cîhanî de rû dabû nîşan biden, bêtir berhemeke ku hewil dide bi narînî û bi his û zerafeteke xurt şerm û rûreşiya wan eşkere bike.

Xelat

The Reader di sala 2008"ê de xelata Oscar û 15 xelatên din standine, her weha namzed bûbû bo wergirtina 34 xelatên cîhanî.

Hûrgilî

Welat: Emerîka, Elmanya
Ziman: Îngilîzî, Elmanî, latînî, yewnanî
Dema weşandinê: 10"ê çileya pêşîn 2008"ê
Ciyê film girtin: Berlin, Elmanya
Butçeya filmî: $32,000,000(tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment