2012/04/29

The Good, the Bad and the Ugly (1966)

Șêwaz: Macera, Vêstern
Dem: 161 deqîqe
Derhêner: Sergio Leone
Nivîskar: Luciano Vincenzoni, Sergio Leone
Ekterên Filmî: Clint Eastwood, Eli Wallach û Lee Van Cleef
Pûan li malpera IMDB: 9.0/10

Çîroka filmî

Blondie û Tuco pêk ve kar dikin. Ew bi şêweyekî taybet hîleya li serpolîsên herêmên cuda kiriye û gelek pere qezenc dikin. Sentenza ji bikujekî profesyonele ku ji ber pereya dikare her tiştekî bike.
Ev sê fêlbaz e ji bo peyda kirina xezîneya 200 hizar dolarî dijberiyê li gel hev dikin da ku xezîneyê dest xwe ve bêxin.

Danasîna filmî

The Good, the Bad and the Ugly yan bi Îtalî "Il buono, il brutto, il cattivo" yek ji binavûdengtirîn filmên Spaghetti Vêstern e ku di sala 1966"ê de ji aliyê Sergio Leone ve li Îtalya yê hatiye çêkirin. The Good, the Bad and the Ugly sêyem filmê "Dollars trilogy" ye ku ji aliye vî derhênerî hatiye çêkirin.


Hizirên sînaryoyê, wêne û mûzîka filmî gelek caran di film û albûmên mûzîkên cuda de hatiye bi kar înan. Bo nimûne îdêya kujekê aram, mêrê çavteng û polîsê baş di çendîn filman de wekî filmê No Country for Old Men bi derhênana birayên Coenî de hatiye bi kar înan. Mûzîka filmî ji di gelek filman de wekî filmê Kill Bill bi derhênana Tarantinoyî de hatiye bi kar înan. Her weha gelek grûpên mûzîka, taybet grûpê mûzîka Metallica jî hinek mijarên navdar ji vî filmî di konsera xwe de bi kar înaye.

Hûrgilî


Welat: Îtalya, Spanya, Elmanyaya Rojava
Ziman: Îtalî
Dema weşandinê: 23"ê December 1966"ê
Ciyê film girtin: Almería, Andalucía, Spanya
Butçeya filmî: $1,200,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment