2012/04/29

Pulp Fiction (1994)


Șêwaz: Tawanbarî, Heyecan
Dem: 154 deqîqe
Derhêner: Quentin Tarantino
Nivîskar: Quentin Tarantino
Ekterên Filmî: John Travolta, Uma Thurman û Samuel L. Jackson
Pûan li malpera IMDB: 9.0/10

Çîroka filmî

Du kujekên nîv profesyonel bi navên Vincent û Jules ji aliyê Marsellusî memûr dibin da ku çenteyê ku hatiye dizîn bi zivrînin. Di vê hewildanê de Vincent û Jules bi mûcîze xwe xilas dikin.
Vincent mecbûr dibe da ku Mia jina Marsellusî bibe gerînekê, lê Mia ji ber bi kar înana madeyê bêhişkar, bêhiş dibe û Vincent hewill dide da ku ewê rizgar bike.

Danasîna filmî

Tarantino şiyana wî weha zêdeye ku kêm caran çê dibe filmên xerab çê bike. Pulp Fiction ji wan filman e ku sînaryoya wê xwedîşiyan û profesyonel hatiye nivîsandin. Weha hosteyane û xweşik hatiye nivîsandin ku mirov jiserxweve diçe. Şêweya ku Tarantino ji bo çêkirina filmî bi kar îna ji filmên kevin û klasîka sînemayê îlham girtiye.  Roger Ebert rexnegirê sînemayî di bêje: "Tarantino Jerry Lewisê sînemaya evro ye. Tarantino keseke ku ji bo wî cudahî nîne ku li konsera rokê de, melodiyeka giryan bi piyanoyê lê bêxe". Filmê Pulp Fiction komediyeke li ser xwîn, cesaret, şidet, seks, madeyê bêhişkar, berze kirina termê miriyan û saeteka qayişê ku dest bi dest di nifşekê de derbas dibe.

Xelat

Pulp Fiction di sala 1994"ê de xelata Oscar û 51 xelatên din standine, her weha namzed bûbû bo wergirtina 48 xelatên cîhanî.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî, Spanî
Dema weşandinê: 1"ê May 1994"ê
Cîyê film girtin: 1525 N. Van Ness Avenue, Los Angeles, California, Emerîka
Butçeya filmî: $8,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment