2011/12/19

The Curious Case of Benjamin Button (2008)

Șêwaz: Drama, Fantazî, Nihênî
Dem: 166 deqîqe
Derhêner: David Fincher
Nivîskar: Eric Roth
Ekterên Filmî: Brad Pitt, Cate Blanchett û Tilda Swinton
Pûan li malpera IM.DB: 7.9/10

Çîroka filmî

Benjamin di sala 1918ê de tê ser dinyayê lê ferqa wî û zarokên din ewe ku dema Benjamin ji dayik bû pîremêrekî 80 saliye û bi eksê mirovên din ew roj bi roj cihêltir dibe...

Danasîna filmî

The Curious Case of Benjamin Button filmekê Fantazî û Nihêniye ku di sala 2008ê de ji hêla derhênerê Emerîka David Fincherî ve hatiye çêkirin. Şexsiyeta serekîya vî filmî ji kurte çîrokên Pirtûka F. Scott Fitzgeraldî îlham girtiye. Di filmê The Curious Case of Benjamin Button de her çende ku karê derhêneriyê bêqisûre, lê biserketin û şewqa wê bêtir ji ber lîstikvanên filmîne ku bi lîstina bi hêz û bêkêmasiya xwe berhemekî tesîrdar amade kiriye. Rola Benjamin Button ku ji aliyê Brad Pittî ve tê lîstin yek ji baştirîn û bitesîrtirîn rola bû û birastî ew dikare wêneyekî rast ji şexsiyeta aram û felsefî û her weha rewş û jiyana ecêb ya Benjaminî bi awayekî balkêş nîşan bide.


Nîşandana rêzewêneyên bêqisûr ji aliyê Wênegirê filmî Claudio Miranda û her wesa dîzaynerê tesîrkarên dîtinê Eric Barba tesîrekî taybet di filmî de hebû.
Dizaynera makyajê Carla Brenholtz ku hosteyane serûçavên Brad Pittî pîr dike, wêneyekî siruştî ji serdemê pîriya Benjaminî di filmî de pêşkêş dike.

Xelat

Filmê The Curious Case of Benjamin Button di sala 2009"ê de 3 xelatên Oscar û 35 xelatên cîhanî bi dest înan û her weha namzed bûbû bo 80 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî, Rûsî, Fransî
Dema weşandinê: 10"êDecember 2008"ê
Cîyê filîm girtin: Burbank, California, Emerîka

No comments:

Post a Comment