2011/12/04

Across the Universe (2007)

Șêwaz: Drama, Macera, Muzîkal
Dem: 133 deqîqe
Derhêner: Julie Taymor
Nivîskar: Dick Clement, Ian La Frenais
Ekterên Filmî: Evan Rachel Wood, Jim Sturgess û Joe Anderson
Pûan li malpera IM.DB: 7.4/10

Çîroka filmî

Jude karkerê lengergehêye ku di sala 1960"ê diçe bo Emerîkayê da babê xwe ku ji welatî dûr ketiye peyda bike. Li New Yorkê ew keçekê bi navê Lucyiyê nas dike û jê hez dike. Lucy xebatkara tevgerên aştiyêye û Judeî hêdî hêdî di kêşîne îdêyên xwe...

Danasîna filmî

Across the Universe fîlmekê drama û muzîkale ku di sala 2007"ê de ji hêla derhênera Emerîkî Julie Taymorî ve hatîye çêkirin. Julie Taymor bi rêya çîrokên dehsala 1960-1970"ê, babetên siyasî û civakiya vî serdemî rixne dike û mijarên serekî wek aştî, azadiya derbirîna bîrûbaweriyê û mafên mirovî teklîf dike.
Helbet Julie Taymor jiyana bi awayê Rock and rollî ji, ji bîr nake û li rex rûdanên mêjûyî wek şorişa Detroitê tesîreka ducarî wergirtiye. Across the Universe ne filmekê wek her care, navê filmî û şexsiyetên serekî yên filmî ji melodiyên grûpê Beatles hatîye wergirtin û Julie Taymor bi şixulandina 33 strana ji grûpê Beatlesî zîyafeteka muzîkalîkî amade kiriye. Navê filmî ji albûma Let It Be‏ hatîye wergirtin û lîstikvanên filmî her bixwe strana dibêjin.

Xelat

Across the Universe di sala 2007"ê de yek xelat bi dest îna û namzed bûbû bo xelata Oscarê û her weha 9 xelatên din.


Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 10"êSeptember 2007"ê
Cîyê filîm girtin: Armour-Stiner House, Irvington, New York, Emerîka

No comments:

Post a Comment