2011/12/04

Buried (2010)

Șêwaz: Drama, Heyecan, Nihênî
Dem: 95 deqîqe
Derhêner: Rodrigo Cortés
Nivîskar: Chris Sparling
Ekterên Filmî: Ryan Reynolds, José Luis García Pérez (deng)û Robert Paterson (deng)
Pûan li malpera IM.DB: 7.1/10

Çîroka filmî

Paul Conroy şofêrê loriyêye ku di şîrketa mitehidiyê li Iraqê de kar dike. Piştî ku grûpekê Iraqiya êrişê li wî dikin, ew xwe li tabûtekî de bin ax kirî di bîne.

Danasîna filmî

Buried fîlmeke drama û nihêniye ku di sala 2010"ê de ji hêla derhênerê Spanî Rodrigo Cortésî ve hatiye çêkirin. Kêm filim hene li cîhanê de ku bi butçeykî kêm bihêne çêkirin û weha balkêş bin. Îdêyekî xweşik ku bi rindî di filmî de hatiye bi kar înan. Ryan Reynolds ji dawî lîstikvane ku mirov hizra wî dike ku mimkune ji bo lîstikê di vî rolî de baş bibe, lê tevî vê jî ew taybetiya xwe di vî cure filmî de bi xweşikî diyar dike. Wêne kirina filmî 17 rojan vekêşa û hemû li studyoyê de bû. Filim bi tenê yek lîstikvan heye û  bo wêne kirinê ji 7 tabûtên cuda hatiye bi kar înan.

Xelat

Buried di sala 2010"ê de 8 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo 21 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Spanya, Emerîka, Fransa
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 23"êJanuary 2010"ê
Cîyê filîm girtin: Barcelona, Cataluña, Spanya

No comments:

Post a Comment