2011/11/30

Day & Night (2010)

Șêwaz: Anîmasyon, Kurt
Dem: 6 deqîqe
Derhêner: Teddy Newton
Ekter: Wayne Dyer
Pûan li malpera IM.DB: 8.1/10

Danasîna filmî

Day & Night navê anîmasyonekî kurte û ji berhemên kompaniya Pixarêye ku bi derhênana Teddy Newtonî ve hatiye çêkirin. Cuda ji anîmasyonên kurtên kompaniya Pixarê ku berî niha bi yek şêwe bûn, ev anîmasyone terkîbek ji du beşên 2D û 3Dê ye.


Ev anîmasyone, berî anîmasyona dirêj û biserketiya Toy Storyya seyê, ji bo kirînê li Emerîkayê li ser iTunesê hate dana. Don Shank produksiyonerê filmê anîmasyona Up dibêje: Ev kurte anîmasyone şahaneye û ferqe ji hemû berhemên kompaniya Pixarê ku heta niha hatîne çêkirin.

Xelat

Day & Night di sala 2011"ê de namzed bûbû bo xelata Oscarê ji bo baştirîn kurte filmê anîmasyon.

Hûrgilî

Welat: Emerîka
Ziman: îngilîzî
Dema weşandinê: 18"ê June 2010"ê

No comments:

Post a Comment