2012/01/19

The Counterfeiters (2007)

Șêwaz: Șer, Tawanbarî, Drama
Dem: 98 deqe
Derhêner: Stefan Ruzowitzky
Nivîskar: Adolf Burger, Stefan Ruzowitzky
Ekterên Filmê: Karl Markovics, August Diehl û Devid Striesow
Pûan li malpera IMDB: 7.6/10

Çîroka filmê

Salomon Sorowitsch ku leqebê wî 'Sally' ye padîşahê sexteya di welatên Ewrûpayê da ye. Ew li destpêka hikûmeta nazîsta ji aliyê Friedrich Herzogî ve li Berlinê tê girtin. 'Sally' ji ber ku cihû ye bo kampa Mauthausenê dihê hinartin û ji wê derê bo kampa Sachsenhausenê tê veguhestin.
Li wê derê Friedrich Herzog ciyekî techîz kirî ji bo 'Sally' û çend kesên din amade dike da ku li hembera zindî manê pereyên dolar û Poundên kaxezî yên sexte ji bo nazîsta çê bikin.

Danasîna filmê

The Counterfeiters yan bi Elmanî "Die Fälscher" filmeke Șer û Tawanbarîye ku di sala 2007´ê de ji hêla derhênerê Awistrî Stefan Ruzowitzkyî ve hatiye çêkirin. The Counterfeiters berêxwedaneke nû û cuda ye ji babetên birandina cihûyan bi destê hikûmeta nazîsta. Ev film e hewil dide da ku ji şîarên her car ku di filmên nazîsta de tê nîşan dan dûr bikeve û bi awayê cuda li ser vê babetî behs bike.

Xelat

The Counterfeiters di sala 2007"ê de xelata Oscarê û 6 xelatên cîhanî bi dest înan û her weha namzed bûbû bo 9 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Awistriya, Elmanya
Ziman: Îngilîzî, Rûsî, Elmanî û îbranî
Dema weşandinê: 10"ê sibat a 2007"ê
Ciyê film girtin: Monte Carlo, Monaco
Butçeya filmê:  €4,200,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment