2012/01/16

Catch Me If You Can (2002)

Șêwaz: Tawanbarî, Biyografî, Komedî
Dem: 141 deqîqe
Derhêner: Steven Spielberg
Nivîskar: Jeff Nathanson, Frank Abagnale Jr
Ekterên Filmî: Leonardo DiCaprio, Tom Hanks û Christopher Walken
Pûan li malpera IMDB: 7.8/10

Çîroka filmî

Frank Abagnale Jr casûsê FBIê ye. Ew di 17 saliyê de bi bihayê milyonan dolaran çekên banka sexte dike. Ajanên FBIyê hewil diden da ku ewî hêsîr biken lê hemû dema li paşiya wî diçun.

Danasîna filmî


Catch Me If You Can navê filmekê Biyografiye ku di sala 2002"ê de ji hêla derhênerê navdarê Emerîkî Steven Spielbergî û li gor biyografiya Frank Abagnale Jr ve hatiye çêkirin. Li di vî filmî de lîstikvanên mezin û hêja wek Leonardo DiCaprio, Tom Hanks û Christopher Walkenî beşdarî kiriye. Spielberg di vî filmî de hewil dide da ku ji hev belav bûna malbata di civata Emerîkayê de nîşan bide. Frank Abagnale Jr ji ku film li ser jiyana wî hatiye çêkirin, li sehneyekî kurt di filmî de wek polîsê fransî di leyîze.

Xelat

Catch Me If You Can di sala 2002"ê 10 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo 2 xelatên Oscarê û her weha 20 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka, Kanada
Ziman: îngilîzî, fransî
Dema weşandinê: 16"ê December 2002"ê
Cîyê filîm girtin: 3077 Rojhilat a California Boulevard, Pasadena, California, Emerîka
Butçeya filmî: $52,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment