2012/01/16

Warrior (2011)

Șêwaz: Aksiyon, Drama, Spor
Dem: 140 deqîqe
Derhêner: Gavin O'Connor
Nivîskar: Gavin O'Connor, Anthony Tambakis
Ekterên Filmî: Tom Hardy, Nick Nolte û Joel Edgerton
Pûan li malpera IMDB: 8.3/10

Çîroka filmî

Çîroka filmî li ser jiyana sê kesan behs dike. Brendan û Tommy Conlon ku demekê dirêj e ji hev dûr ketîn e û babê wan Paddy ku alkolîst e û hewil dide da ku vexwarina alkolî bihêle û jiyaneka nû dest pê bike.
Brendan niha mamosteyê xwendegehêye û muhtacî pereye, loma mecbûr dibe da ku di pêşbirkeya şerê azad (Combat sport) de beşdarî bike her weha birayê wî Tommy ji ku serbazekî suhbetnehez e ji bo beşdarî kirin di vê pêşbirkeyê de xwe amade dike.

Danasîna filmî

Warrior filmekê aksiyon û spor e ku di sala 2011"ê de ji hêla derhênerê Emerîkî Gavin O'Connorî ve hetiye çêkirin. Filmê Warrior bi awayê tam filmekî xweşik û hêjaye. Her weha pir e ji sehneyên aksîyon û şerê azad (Mixed martial arts) ku dikare bînerên xwe coşbûyî û razî bike.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: îngilîzî
Dema weşandinê: 9"ê September 2011"ê
Cîyê filîm girtin: Boardwalk Hall, Atlantic City, New Jersey, Emerîka

No comments:

Post a Comment