2012/01/14

Fiddler on the Roof (1971)

Șêwaz: Drama, Family, Muzîkal
Dem: 181 deqîqe
Derhêner: Norman Jewison
Nivîskar: Sholom Aleichem
Ekterên Filmî: Topol, Norma Crane û Leonard Frey
Pûan li malpera IMDB: 7.8/10

Çîroka filmî

Tevye şîrfiroşekî cihûye ku di gel pênc keçên xwe li gundê cihûyan li herêma împaratoriya Çarê (Caesar) Rusyayê di jiya.
Ew hewil dide da ku bi hevkariya pîrejinekî ji bo pênc keçên xwe mêrên baş peyda bike lê du keçên wî adet û tradîsyona zewacê li wê serdemî de têk diden û ew bixwe mêrên xwe di hilbijêrin.

Danasîna filmî

Min gelek caran ev film e yê dîtî, lê her car ku min guh li navê wê dibe hes dikem carek din ji lê binêrim. Fiddler on the Roof filmekê Muzîkal e ku di sala 1971"ê ji hêla derhênerê Kenedî Norman Jewisonî ve hatiye çêkirin. Ev film e li gor şanoya dramatîk bi navê Fiddler on the Roof û jêveguhestinek ji çîrokên pirtûka Tevye û keçên wî ji nivîsînên nivîskar û hicîwiyê cihûy Sholem Aleichemî ve hatiye çêkirin. Ev film e dijcihûtî yan antîsemîtîzm a hikûmeta Çar (Caesar) împaratorê Rusyayê di sala 1905"ê nîşan dide. Gelek kesan bawerî bi hindê heye ku cihûyan roleke giring di şorişa 1917"ê de hebûn. Filmê Fiddler on the Roof tijiye ji muzîkên gelekî xweşik û bedew ji bestekarê binavûdengê Emerîkî John Williams. Williamsî ji bo 307 filman muzîk a çêkirî û bê dudilî muzîka gelek ji filmên pir xweşik ji şahkarên sînemayî ne. John Williamsî 41 caran namzed bûye bo wergirtina xelata Oscarê û 5 xelatên Oscar bi dest înaye.

Xelat

Fiddler on the Roof di sala 1971"ê de sê xelatên Oscar û 6 xelatên cîhanî bi dest înan û her weha namzed bûbû bo 13 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: îngilîzî, îbranî, rûsî
Dema weşandinê: 21"ê October 1971"ê
Cîyê filîm girtin: Gorica, Kroatya

No comments:

Post a Comment