2012/01/12

Anadolu kartallari (2011)

Șêwaz: Macera, Drama, Romantîk
Dem: 86 deqîqe
Derhêner: Ömer Vargi
Nivîskar: Hakan Evrensel
Ekterên Filmî: Engin Altan, Cagatay Ulusoy û Ozge Ozpirincci
Pûan li malpera IMDB: 6.3/10

Çîroka filmî

Film li ser 5 xwendekaraye li xwandingeha leşkerî (eskerî) û xewna wan herdem firîna teyara bûye. Ev 5 efserên (zabitên) xurt ji hevdu dûr dikevin ji ber ku her yek wezîfê xwe li cihekî werdigire piştî ew xwandina xwe ya leşkerî li xwendingeha firînê bi dawî tînin.
Lê ew carek din li ”International Eagle of Anatolia Maneuvers” di gehine yekdû ve.

Danasîna filmî

Anadolu kartallari filmekê drama û maceraye kû di sala 2011"ê bi hevkariya kompanîya "Fida Film" ve hatiye çêkirin. Derhênerê filmî Ömer Vargi ye ku di sala 1953"ê li bajarê İstanbulê ji dayik bûye. Anadolu kartallari girantirîn berhemê sînemayiya Tirkiyeyê ku heta niha hatiye çêkirin. Li vî filmî de ji pênc balafir û dû garaja balafiran û her weha balafira jêt basê hatiye kar înan û li bajarê Konya, İstanbul, İzmir, û Eskişehirê bi mawê 9 heftiya hatiye wêne yan filim kirin.  Ji bo çêkirina vi filmî 10 milyon dolara hatiye xerc kirin.


Seqer yan Elhoya Anatolian (Anadolu kartallari) navê yekem tetbîqata leşkeriya Tirkiye û Çînê ye ku balafirên eskerî yên F-16 û balafirên eskerî yên Sukhoi-27 û MiG -29 yên Çînî di vê (tetbîqata leşkerî) yan manewrayê de beşdar bûn. Tirkiye li berî hîngê ev manewraye bi hevkariya Emerîka û endamên Natoyê û her wesa Îsraelê encam dabû. Ev manewraye ji sala 2001-ê heta niha bi beşdariya çendîn welatan tê encam dan.

Hûrgilî


Welat: Tirkiye
Ziman: Tirkî
Dema weşandinê: 28"ê October 2011"ê
Cîyê filîm girtin: Konya, İstanbul, İzmir û Eskişehir, Tirkiye

No comments:

Post a Comment