2012/01/29

The Artist (2011)

Șêwaz: Komedî, Romantîk, Drama
Dem: 100 deqîqe
Derhêner: Michel Hazanavicius
Nivîskar: Michel Hazanavicius
Ekterên Filmî: Jean Dujardin, Bérénice Bejo û John Goodman
Pûan li malpera IMDB: 8.4/10

Çîroka filmî

Di dawiya dehsalên 20an de, George Valentinê zupe, nimûneye di cîhana filmên bêdeng de. Valentin bizanebûn û bi tesadifî keçek bi navê Peppy Millerê nas dike û di filmê xwe yê dawî de hevdîtinê bi wê re dike. Di vê civînê de Valentin û Miller ji hevdû re hez dikin û Miller bi navberiya Valentinî ciyê xwe di nav sînemayê de peyda dike...

Danasîna filmî

Bîra we di dema bihurî de tê, dema ku film şahane, sêhirdar û bêdeng bûn? Bîra min ji nahê! lê derbas bûna serdema bêdengiyê, gihiştina wê bi bîranînên berê û piştî wê efsane eynî tiştiye ku di hunera sînemayiya şahane ya Michel Hazanaviciusî yanî filmê The Artistê de tê nîşan dan. Ev berheme nimayişek çavfireh û pir tesîre ji evîneka sînemayiya nekontrol kirî ku bi xweşkî û nazikî hatiye çêkirin û birastî ji pêwîstî pê nîne çi pê bihê gotin. Bi duristî dikare weha be ku filmê Michel Hazanaviciusî filmekê bêdeng nîne, ji ber ku muzika wê di kêlîkên stratejîk û di nava filmî de belav dibe ku pir balkêş û bi heyecane. Di be ku film bêtir bîranînên ruhê sînemaya pêşiya Fransayê be ta ku Hollywood a kevin, yanî li wê derê ku wêneyên bihereke ji bo yekem car bûne film. Jean Dujardin û Bérénice Bejo ji aliyê fîzîkî di sehneyên filmî de weha rolî dikin ku kamera nikare bergiriyê li dij wan bike.

Xelat


The Artist di sala 2011"ê de 5 xelatên Oscar û 73 xelatên din standin, her weha namzed bûbû bo wergirtina 67 xelatên cîhanî.


Hûrgilî


Welat: Fransa, Belgiya
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 15"ê May 2011"ê
Cîyê filîm girtin: Los Angeles, California, Emerîka
Butçeya filmî: $15,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment